Gallery

Gotûbêjên li ser ‘Peykerê Kerê bi Qirewat’ li Silêmanî (Voa Kurdî +Wênedank)

Nûçexane – Partîya Keran ku li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hatibû damezrandin, berî çend rojan peykerekî kerê ku li stûyê wî qirewat (ribat/boyunbax)heye vekir.

Sekreterê Giştî yê Partîya Keran Omer Kalol gotibû “bi vekirina vî peykerî em hêvî dikin ku gelê me rêftareke baştir ji keran re nîşan bidin”.

Peykerê ker ji alîyê peykervanê navdar Zîrek Mîra ve li nav heft mehan hate çêkirin û buhayê wî jî nêzîkî 4 hezar dolar e.

Pêyamnerê Pişka Kurdî yê Radyoya Dengê Amerîka Yahya Berzencî, ev raporta taybet amade kirîye. Kerem kin bi tikandina ser vê nivîsê guhdar bikin. 

Girêdana nûçeya malpera Radyoya Amerîka Beşa Kurdî ligel wêndanka peykerê ker li Silêmanîyê.

Advertisements