Gallery

Ji Mehmet Agar re rêya girtîxanê vebû

Nûçexane – Dadgeha Bilind a 9. cezayê 5 salan yê Mehmet Agar, ku di çarçoweya bûyera ‘Sûsûrlûkê’ de bi serokatîya çeteyê dihat darizandin pesend kir.

Dadgeha Cezayê Giran ya 11. ya Enqerê,  demek berê ji bo Kevnewezîrê Navxweyî yê Tirkiyê, kevneserokê Partîya Rêya Rast (DYP) û di salên 90an de Midurê Giştî yê Emnîyetê Mehmet Agar, di çarçoweya ‘Doza Sûsûrlûkê’ de 5 sal cezayê girtîgehê dabû. Serlêdana Parêzerên Agar ya ji bo betalkirina vî cezayî ji alîyê dadgeha bilind ve bi encam bû û 5 sal cezayê girtîxanê ji bo Mehmet Agar bi yekdengîya endamê dadgehê hat pesend kirin.

Cezayê Mehmet Agar bi hinceta avakirina rêxistina sûc û çeteyê hatiye dayîn û çav li rê ye dadgeh piştî nirxandina li ser demborîna sûcê ku kiriye, wî bişîne girtîgehê.

Advertisements