Gallery

Kurdên Lûr Dixwazin Çi Bikin? (+Vîdyo)

Nûçexane – Beriya çend roja komeke çekdar ya başûrê rojhelatê Kurdistanê vîdyoyek belav kir û bang li Kurdên Lur û Lek kir ku dest bi xebata Kurdayetiyê bikin.

Koma ku vîdyoya xwe bi Lurî belav kiriye, ji 7 kesên çekdar pêk hatiye û yek jî daxuyaniyê bi navê “Welatparêzên Kurdên başûr” dixwîne, mebesta wan başûrê rojhelatê Kurdistanê ye. Daxuyanî  bang li hemû eşîr û êlên Kurdên Lur, Bextiyarî û Lek dike ku dest bi xebata Kurdistanî bikin û welatê xwe ji destê dijminan rizgar bikin.

Koma welaparêzan alaya Kurdistanê bilind kirine û weha dibêjin: “Em bang li Kurdperwerên Luristana mezin dikin, Ginawe, Boşehir, Kuhgêlo, BiwêrEhmed û Çar Mehelê Bextyarî, ji Mescid Silêman ta bi Darab û Luristanê, Mamesenî, Xuremawa, ji Lekistanê ta Îlam, Hemedanû Kirmaşanê, ji Bêstûn, sinqir Kilyayî ta Riwanser, Ciwaro û Paweyê dikin.”

Di daxuyaniya xwe de, Kurdên Luristanê dibêjin ku divê “Em mafê xwe bistînin û welatê xwe rizgar bikin” û daxuyaniya xwe weha bi dawî dikin: “Bijî azadî, bijî Kurd, bijî Kurdistan.”

Hêjayî gotinê ye ku Kurdên beşûrê rojhelatê Kurdistanê, Kurdên Lek, Lur û Bextiyarî nêzîkî 10 milyon in, lê ta niha xebat wek pêwîst di nava wan de nehatiye kirin. Xendan.org

Advertisements