Gallery

Barzanî: Çarşema Sor Cejna Nûbûn û Geşbûna Jiyanê ye

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasebeta Cejna Êzdîyan Çarşema Sor bi navê serokatîya herêmê peyameke pîrozbahîyê ragihand. Serok Barzanî di peyama xwe de cejna êzdîyan bilind nîrxand û Cejna Çarşema Sor bi wateya nûbûna jiyanê, geşbûn û xêr û xweşiyê rave kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Ji bo hatina cejna serê sala Êzdiyan pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî yên li Kurdistan û Cîhanê dikim.

Ev cejin ku bi cejna Çarşema Sor hatiye naskirin pîrozî, biha û taybetiyeke xwe heye û wateya nûbûna jiyan û geşbûn û xêr û xweşiyê digihînê.

Hêvîdarim xuşk û birayên me yên Êzdî vê cejne li jêr sayeya pêkve jiyan û demokrasiya Herêma Kurdistanê bi xweşî û bextewerî bi ser bibin. Em li wê yekê jî bawerin ku herdem parêzerê destkeftên neteweyiyên me dibin û bi dirêjahiya dîrokê jî diyarkirine ku beşekî veneqetî û resenê gelê têkoşerê xwe ne.

Dûbare Cejna serê salê li wan pîroz dikim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/04/2012

Advertisements