Gallery

Bexda dixwaze radyoya Kurdî bigire

Nûçexane – Wezareta jîngeha Bexdadê biryar da ku takeradyoya Kurdî li Bexdadê ku bêhtir bi zaraveya Feylî ye bigire û buhaneya wê jî ew e ku Radyoya Kurdî ne li gor rêpîvanên parastina jîngehê ye.


Serokê encumena birêveberiya saziya Şefeqê ya Kurdên Feylî Elî Husên Feylî ji Malpera Şefeqê re ragehand ku: “Wezareta jîngeha Êraqê nameyeke fermî şandiye ji rêveberiya Radyoya Şefeqê re û angaşt /îdia/ kiriye ku navenda radyoyê karîgeriyeke nebaş li ser jîngeh û şêniyên derdorê dike, lewma jî divê bê girtin.”

Elî Feylî ji daye zanîn ku radyoyê sala 2009`an destûra weşanê wergirtiye û tevahiya şertû mercên parastina jîngehê li ber çavan girtiye. Feylî weha berdewam dike: “Gelo ta niha wezareta jîngehê ji radyoyên din yên Bexdadê xwestiye?”

Feylî bang li wezaretê û hikûmetê dike û weha dibêje: “20 metran nêzîkî radyoya Şefeqê, radyoyeke din heye, çima ji wan naxwazin ku radyoya xwe bigirin?”

Hêjayî gotinê ye ku radyoya Şefeqê takeradyo ye ku bi şêwezarê Feylî ye û li Bexdadê takeradyoya Kurdî ye. Xendan.org

Advertisements