Gallery

Rejima Esed ji malbatekê 65 kes kuştin

Nûçexane – Malbata “El- Xezal,’’ di tevkujiya gundê Tiftnazê ya ser bi Edlibê, bi yek carî 65 endamên wê malbatê canê xwe ji dest dan.

Hinek ji endamên vê malbatê ji televîzyona El- Erebiye re dane zanîn ku, berovajî kenveşopa heyî, di piraniya rejîmên hukumar de, girêdan û alîgirtin ji xwdiyê hêzê, li ser her kesî tê ferz kirin û dibe emr û destûreke erkdar.

Piraniya zarokên malbata Elxezal, tevlî partiya be`es nebûn û ev tişt bû sedema kîn û dijmindarî û tolhildana rejîmê li dij wan. Gelek ji endamên vê malbata mezin, çendîn sal pêş, bi neçarî koçî derve kirine; Gelek ji wan, çûne Urdonê, hinek jî çûne Rojava û welatên din.

Tevî vê jî, destê tolhildanê, piştî demeke dirêj, canê 65 kesî ,bi yekcarî girt, ji bilî birîndarî û desteserkirina endamên din yên malbatê.

Ele-Elxezal ku niha çalakvanê media`yê ye, di vê barê de diyar kir: 3 Avrêl`ê, 2012, tankên hikûmeta Esed û otobusên ku Şebîhe tê de bûn, ketin nav gundê Tiftnazê. Pêş wê jî gundê me bombaran kiribûn. Hejmareke mezin ji xelkê gundê me kuştin ku di nava wan de, 65 kes ji malbata me bû.

Vê xanima rojnamevan dazanîn: Hêzên hikûmetê, zêdetir ji 30 ciwanên gûndê me li meydana gund kom kirin û bi kuştina ciwanke ji malbta me, ji wan re gotin ku eger hûn dixwezin zindî bimînin divê hûn cihê artêşa azad ji me re bêjin.

Wê diyar kir: Tavilê, ew ji bi hinceta, nehvkarîkirinê, gulebaran kirin. Piştî ku ew kuştin, ew xistin goreke komî. Ji bilî vê, me termê hinek kuştiyan di bin xirbeyên xaniyan de dît, hinek ji wan şewitîbûn.

Ele El-Xezal daxûyakirin ku aramaca wan ji şewtandina terman, ev bû ku nav û nîşana qurbaniyan neyên naskirin.
wê, rave kir ku hinek ji qurbaniyan pîremêrên 70 salî û zarok bûn.

Her wiha di dawiyê de dazanîn ku ev tevkujî encama agirê tolhildanê bû ku bi salane di dilê wan de pêketî bû. Kurdî: Pukmedia

Advertisements