Gallery

Li Hekarî gumana bi helîkoptêran lêdana 10 gundîyan

Nûçexane – Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA), li Hekarî gundê Kelêtanê 10 gundîyên ku berê sibê çûne daneheva pincarê ji alîyê helîkopterên şer yên Tirkiyê ve hatine lêdan. Ta niha tu agahîyên pişktrastkirî derheqê vê bûyerê de bi dest neketine.

Di nûçeya ku gumana komkujîya Roboskîyê bi bîr tîne de, tê ragihandin ku, firokeyên bêmirov Heronan piştî cihê wan tesbît kiriye helîkopter çûne ser cihê bûyerê û bi ser gundîyan de reşandine. Lê heta niha derheqê aqûbeta gundîyan û nûçeyên vê derbarê de tu agahîyên fermî nehatine ragihandin.

Advertisements