Gallery

‘Rojnamevanên serkeftî bi qasî tiliyên destan in’ (Hevpeyvîn)

Nûçexane – Rojnamevan Dennîz Dargul, bal kişand ku di televizyonên kurdî de ji ber tunebûna kadroyên pîşeyî naverokeke têr û tije dernakeve û wiha got: “Sedem tunebûna kadroyên perwerdekirî ne. Rojnamevanên ku karê xwe serkeftî dikin, bi qasî tiliyên destan in. Hêza siyasî ya kurd neçar e kadroyên ragihandinê perwerde bike.”

Rojnamevan Dennîz Dargul ku niha li Duhokê di Zagros TV de kar dike û li ser weşangeriya televîzyonê pirtûka “Medya û Bernamevanî” nivîsand, pirsgirêkên di rojnamevanî û medyaya kurd de ji AKnewsê re vegot. Dargul, bi riya mailê bersiva pirsên me da.

Te û rojnamevaniya kurdî we hev çawa nas kir? Çawa ketî nava kar û barên rojnamevaniyê?
denizdargul
Rojnamegerî yek ji wan pîşeyan e ku tesîreke mezin li ser mirovan dike. Ez jî hêşta di zarokatiyê de, bi kovarên rewşenbîrî yên şoreşger û radyoyên kurdî re, eleqedar bûm û min giringiya ragihandinê hîs kir û fêm kir. Di nav zordestiya dagirkeriyê de, em mezin bûn. Di nav jiyanek qedexekirî de, yek dergeh ji bo te vekirî dimîne ku tu niştimaniya xwe, welatê xwe, kul û azarên xwe bibihîzî, bizanî û parve bikî. Ew jî ragihandina bîhîstinî “Radyonên Kurdî” bûn. Yanî ji salên 1984 heta salên 1991ê Radyoya Êrîvanê, Dengê Ezgê Kurdistan û hin radyoyên din, yek ji wan dengan bûn ku di zarokatiya xwe de, me Kurd û Kurdistan pê nas kir, guhdar kir û em pê tesîr bûn. Dengê bêjerên van radyoyên mijara gotinê, bangên wan ên niştimanperwerî, çalakiyên pêşmerge û bi giştî gelê kurd, tesîr li ser me dikir. Em rojane rastî serpêhatî, lehengî û têkoşeriya egît û lehengên kurd dihatin. Me rojane stran, dengbêj, çîrok û destan dibihîstin û pê tesîr dibûn. Rojnameyên kurdî Medya Gûneşî, Serxwebûn, Demokrat bi dizîkî ve me dixwend û em pê tesîr dibûn. Yanî eger gotin di cîh de be, meraq, xwestek, hirs û ciwanî (li hemberî zordestiya dagirkeriyê) mirovan ber bi dergehekê ve dibe ku dengê te û banga te, tu dixwazî her kes bibihîze û bizane ka tu çi rewşê de dijî. Ev dergeh jî, ragihandin bû.

Demeke dirêj e tu kar û barên ragihandina kurdî dikî. Li gorî te pirsgirêka herî sereke ya rojnamevaniya kurd çi ye?

Îro hejmareke zor me kanalên sataleytî yên TV hene. Bi dehan kanalên local, radio, rojnameyên rojane, weşanxane, malperên înternetê, kovar hene. Her ku diçe hejmar zêde dibe. Lê naverok gelek qels e. Kadroyên ragihandinê ne pîşeyî ne. Taybet di encama helwestên siyasî, gumanên siyasî, westeyî de, kadroyên ragihandinê têne destnîşankirin. Ev yek jî metirsiyekê ligel xwe diafirîne, xebateke azad, xwedan îrade, bi însiyatîf, bi cesaret, xwebawer mirov nabîne. Hejmarek zor ji kadroyên me yên ragihandinê ji zanebûna pîşeyî, dûr in. Hejmara kadroyên ragihandina kurdî yên pîşeyî bi qasî tiliyên destan in. Yanî dema ku mirov mêzeyî dezgehek ragihandinê bike, rastî xalek giring tê ku ew jî yek kesê/î pîşeyî kar dike, deh kes rûdinin û temaşe dikin. Yanî yek arêşeya sereke me heye ew jî, kêmasiya perwerdeya kadroyên ragihandinê yên pîşeyî ne.

Rojnamevaniya kurd hatiye wê astê ku rojevê biafirîne, medyaya cîhanê li pey rojeva xwe ve bikişîne?

Ragihandin gihaye astek gerdûnî ku mirov dikare li her devera cîhanê bixwîne, temaşe û guhdar bike. Ji bo ku ragihandina kurdî rojevê biafirîne, beriya her tiştî hevdengî, hevrengî, xetek siyasî ya neteweyî pêwîst e. Gelo ragihandina kurdî dikare rojeva xwe ya neteweyî saz bike? Pirs zelal e na. Dê çawa rojevê biafirîne, tesîr li ser rojeva cîhanê bike. Kêşeya gelê Kurdistanê, bi sere xwe afirandina rojevê ye. Lê helwestên hêzên siyasî yên kurd, têgihiştina partîzanî, partîtî, herêmparêzî, parçeparêzî, destûr nade ku rojevê pey xwe bikşine û biafirîne. Yanî çi dema ku malavayiya kurdan hate birêxistinkirin, em dikarîn wê demê bikarin tesirê li ser rojeva cîhanê bikin.

Her ragihandineke kurdî, rojeveke cuda heye ku eleqe bi beşeke din nîne. Her dengek ji deverekê derdikeve ku awaza wê ji yên din cuda ye. Gelo ma em ne netew in, ma em dezgehên ragihandinê, nikarin di nav xwe de, “Konseyeke Neteweyî ya Ragihandinê” saz bikin? Edî di vê cîhana modern de, ku teknîk bi pêş ketiye û her kes dikare her kesî bibîne, bibihîze û gel bipeyve, dikare rojevê jî biafirîne. Ev yek, xeyala min e ku rojev me diyar kiriba û tesir li ser cîhanê bikira. Ma bû çi li bajarên Başûrê Kurdistanê deh kes şehîd dikevin di nûçeyên ragihandina Bakur de dibe Nûçeya sêyê ango çarê. Her wiha di Bakur de 600 kes ji layanê dewleta dagirker ve di maweyê rojekê de tên girtin di ragihandina me ya Başûr de, dibe nûçeya 5-6 ango dibe nûçeya dawiyê. Her wiha li Başûrê Rojavayê Kurdistanê de, her roj sedan kurd tên kuştin û girtin, koçberbûnê dest pê kiriye, lê di hemû ragihandinên Başûr, Bakur û Rojhilat de nûçeyên taliyê ne. Encama lihevnekirinê, ne hevdengiyê, hesabên biçûk, rojevên “biçûk” ligel xwe diafirîne.

Di rojnamevaniyê de, te serê xwe zêdetir bi çêkirina bernameyan re êşandiye. Pirtûka te jî li ser vê beşa ragihandinê ye. Tu bernameyên di televizyonên kurdan de çawa dibînî?

Bakur be televizyonên tirkî, Başûr be, erebî, Ewropa be tv Ewropa temaşe dikin. Taybet ciwan, temaşeyî bernameyên kurdî nakin. Ji ber çi, civaka me ji her tiştê dubare westiya ye. Ya me ne dubare ye sed bare ye. Vê civaka fedakar pêwistî bi hêzek mezin ya moralê heye. Bi tevî bernameyên siyasî, bernameyên keyf, şahî, jiyana rojane ya civakê, xweşî û nexweşî, hemû rengên jiyanê ne. Pêwist e her çînê civakê xwe di bernameyên ragihandinê de bibîne. Civak xwe di nav bernameyan de nabîne. Drama nîne, rêzefîlmên wêjeyî nînin, fîlmên kurdî nîn in, bernamevanên jîr û zîrek ku demdirêjiyê bidin bernameyên xwe nînin. Bi giştî hin bername têne amadekirin, belkî hizir û raman baş be, lê hejar dimîne. Her roja ku derbaz dibe, tecrûbe û zanîn bi pêş dikeve. Hin bernameyên baş jî çêdibin, lê temenê wan dirêj nabin. Rastiya vê yekê jî nebûna derhênan, amadekarî û xebata kolektivizmê ye. Eger em wek ragihandina kurdî ango bernamevanên kurd, giringiyê bidin perwerdeya serdemî û bişopînin, bawer dikim ku dê gavên modern ji bo bernamevaniya kurdî bête avêtin.

Ji bo bernameyeke baş, divê riyeke çawa bê şopandin?

Meraq û perwerde. Hêza zanabûnê, pêşdebirina dîksiyonê, dê li gel xwe cesaretê biafirîne. Qalibên bê cesaretiyê, mirov bi perwerdeya kesayet û avakirina takekesî ve, çareser dike. Eger kesek xwe perwerde kiribe, zanebûna wî kamil be, bê goman dizane çi bike. Riya pêşkêşkirina bernameyeke baş, perwerdeya pîşeya ragihandinê, armanc, dîksiyon, têgihiştina dîplomasiyê, serbor, niştimanperwerî, gelek girîng e. Dema ku ev xalên mijara gotinê di kesayeta rojanmevanê/î de hebe, mirov dikare serkeftinê di heman bernameyê de bibîne. Riya herî baş ji bo pêşkêşkirina bernameyan, amadekarî, xebata kolektîv, têrbûnan pêzanînan û dilnizmî, xalên sereke ne ku bernameyeke baş bête pêşkêşkirin. Bo serkeftinê jî, “çi qas zana be bila bizane, xwe têr nebîne û temaşevan jî, têr neke”.

Pêşkêşvan pir pêşketî jî be ger ekîba wê/î qels be, gelo dê dîsa jî bikaribe bernameyeke baş çêbike?

Serbor, viyana karê ragihandinê, hirs, xwebawerî, xweperwerdekirina pir layan di ware ragihandinê de, dikare serkeftinê bi xwe re bîne. Lê ev yek, ne mora xebata kolektîf, dê mora takekesî li bernameyê bide. Yanî nav û dengê bernameyê dibe bernameya “Filan Kesî”. Ew kesê wiha, dikare grupê gel xwe de perwerde (eger bixweze) bike. Lê li gorî baweriya min, eger di xebata ragihandinê de jiyana kolektîf nebe, grup qels be, kesê bernamevan xwe perwerdenekirî be û taybetmendiyên pîşeya ragihandinê gel nebin, bê goman serkeftî nabe. Jixwe kesek pîşeya ragihandinê fêm kiribe, dikare grupekî baş bi xwe dursit bike. Bêyî grupa xebata ragihandinê kesê bernamevan nikare serkeftinek demdirêj bi dest bixe. Bernamevanê ne kolektîf, neçare di bernameyan de, manewrayên neserkeftina xwe ya bernameyê bi şêwazeke din (guhartinan) veşêre. Ew jî her dem di nav guhartin û veguhartina bernameyan de be û xwe di rojevê de bihêle. Lê di gelek televizyonan de, hin bernamevanan serfektinên baş bi dest xistine, lê hejmara wan qasî tiliyên destan in. Eger em di encamê de bersiva pirsê bidin, bernameyeke bê grup ango ne kollektîf, xwe ji kêmasiyan rizgar nake.

Di televîzyonên me kurdan de li gorî te herî zêde kîjan bername kêm in?

denizdargul
Zarokên her malbatekê, dema ji xewê radibin, qesta filmê kartonan dikin. Fîlmê karton ên kurdewarî bin, rengên me yên neteweyî bin, bê goman ew zarok li gorî vê rastiyê dê mezin bibin. Na, eger fîlmê karton ên welatekî din bin, ragihandin ne li gorî civaka me, teqlîda welatekî din be, dê paşerojê de zerer û ziyanê bide civaka welat. Demokrasî hêmaneke ku her welat, ideolojî, bîr û çûn, bixwe rengek daye wê. Yanî dîkdatorê herî mezin jî dibêje, (ku rojane mirovan dikuje) welatê me demokrasî heye. Yanî, teknîka rgihandinê ew qas pêş ketiye ku bi şêwazeke sanahî dikare civakê bi riya bernameyên ragihandinê xwe ve, girê bide. Yanî bernamevanî û bernameyên ku di televizyonên kurdî de, kêm in yên “rewşenbîrî” ne. Wek: dokumanter (yê têne pexşkirin kevn in), fîlmên kurdî, filmê karton, şovên kurdî yên modern, bernameyên jinan ên civakî, drama, bernameyên malbatî hwd, gelek kêm in. Eger hebin jî, taqlîd in û expayer bûne. Civak bernameyên serdem dixweze. Heta bernmayên kilasîk hebe jî, pêwist e bi şêwazê “kilasik-modern” bên encamdan. Wisa nebe, kontrol destê temaşevan de ye, dê biguherîne.

Ji bo pêşketina televîzyonên kurdan divê bernameyên çawa bên amadekirin û kesên ku van bernameyan amade bikin li Kurdistanê hene yan na? Ger tunebe, dê çawa ev kes bên gihandin?

Bername, beriya her tiştekî (ji bilî erkê rojanemgeriyê û serborê) îmkanên madi jî tên xwestin. Yek serbor û tecrûbe, piyê din jî, derfetên madî. Dema ku bi xebata komî ango kolektîv ve hate temamkirin, dê encameke baş jê derbikeve. Yanî sê piyên girîng hene ku bernameyên modern bêne sazkirin. Dema ku ev piyên mijara gotinê kêm bin, bê goman (wek bernamên ragihandina kurdî) dê rastî kêmasiyan bên û demdirêj nabe. Bername li gorî pêwistiyên civakê tên amadekirin. Asta civakê, rewşa siyasî ya civakê, psikolojiya civakê, sosoyolojiya civakê û arêşeyên rojane, riya bernameyên hemdem destnîşan dike. Lê çawa, civakek ku welatê wî hatiye dagirkirin, civakek ku rastî her cure zordariya tik, fars û ereban hatiye û berdewam e. Her wiha civaka Kurdistanê rastî neheqiya navneteweyî hatiye. Ev rewşa çi li gel xwe diafirîne, civaka ku ji moral, afirandiriyê, hilberinê û şadimaniyê, hatibe existin. Li gorî vê rastiyê pêwiste bername bên amadekirin. Li Kurdistanê ango ragihandina kurdî de, ew rojanemevan hene ku bernameyên pêşketî ku civak jê razî be, saz bike? Li gorî baweriya min hene. Me di ragihandina kurdî de, rojanemavanên gelek zîrek, serbor (tecrube), fedaker, xwedan rêz û welatparêz hene ku van bernameyên mijara gotinê çêbikin. Her tişt bi hêza mirov, îmkan û derfet, armanca mirov û xebata pîşeyî ve, dê encam bide. Bernameyên herî ku pêwist e bêne sazkirin, bernamyên moralê ne. Civaka me bi salan e kul û azaran dikêşe. Ev kul û azar berdewam dike. Ev yek hem tirajedî ye, hem drama ye, belgefîlm in, serborên perwerdeyî ne û teknîka modern e. Di ragihandina kurdî de jî ev bernameyên mijara gotnê di nava pêşketinê de ne û eger valahiyek hebe jî, dê di nav demê de li gorî îmkan û derfetan bêne sazkirin. Hêza siyasî ya kurd neçar e kadroyên rahihandinê perwerde bike. Hem jî bi şêwazeke pîşeyî. Ev perwerde bi rêka zankoyan, akademiyan û serborwergirtina ragihandina navnetewî, dê encam bide.

Dennîs Dargul / PORTRE

Dennis Dargul, dibistana seretayî û navîn li Turkiyê, amadeyî û zankoyê jî li Paytexta Awistirya Viyanayê berdewam kir. Beşa şanogeriyê xwend. Du salan li Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist ya Berlinê – Zimanê Kurdî yê latînî perwerde dîtiye. Heft salan, di Mezopotamya TV, Med TV, C TV û Medya TV’ê de karê ragihandinê kir. Bi giştî 16 sal in bi karê ragihandinê radibe. Ji 2003an heta niha jî li Hewler û Duhokê xebata ragihandinê dike.

Niha di ragihandinê de, kar û barên dokumanterî dike. Yek ji damezrînerê Enstîtuya Keleporê Kurdî ya Duhokê ye. Xebata xwe ya rojnamevaniyê li Duhokê di televîzyona Zagros TV de dimeşîne. Heta niha pirtûkên bi navê “Medya û Bernamevanî” “Êşa Min” (Roman),
“Bîstanê Zêrîn” û “Girînek Bê Rondin” (Helbest) nivîsandiye.

Maşallah Dekak / AKnews

Advertisements