Gallery

We Baydemîr Wiha Ne Dîtibû!

Nûçexane – Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê ku wê rojên 29ê Nîsanê – 6ê Gulanê li dar be, îro ji alîyê şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir ve bernameya xwe ji raya giştî re eşkere kir. Baydemîr, kostumên şanogeran xwest û şewqeya fotir ya jinekê da serê xwe.

Li gor bernameya ku ji alîyê şaredar Osman Baydemîr ve hatîye eşkerekirin, wê 16 komên şanoyê ji Stenbol, Enqere, Duhok, Silêmanî, Urmîyê û gelek deverên din beşdarîyê li mihrîcanê bikin. Baydemîr di dawîya daxûyanîyê de, kostumê şanoyê ji bo xwe xwest û şewqeya jinekê da serê xwe.

Advertisements