Gallery

Kardeş Turkuler Berê Xwe Dide Hewlêrê

Nûçexane – Koma Muzîkê ya Kardeş Turkuler (Stranên Biratî) ku li Tirkiyeyê û cîhanê navdar e û bi zimanên kurdî, tirkî, ermenkî, rûmî, sûryanî û yewnanî distre, wê di 26’ê nîsanê de li Hewlêrê konserekê bide. Kardeş Turkuler wê bi kurdî, erebî, ermenîkî û sûryanî bistirên.


Kardeş Turkuler ku di bin banê Civaka Pêşandana Hunerê ya Bogazîçî de cih digre, stranên li Mezrabotan, Anatolya û Trakyayê didin hev û di muzîka xwe de bi kar tînin. Komê heta niha bi şêwezarên kurdî kurmancî, zazakî, bi zimanê erebî, ermenîkî, tirkî û gelek zimanên din stran berhev kirin û di konserên xwe de gotine.

Li gorî agahiyên ku di malpera fermî ya Kardeş Turkuler de hatiye belavkirin, kom dê di 26’ê nîsanê de li Parka Samî Abdurrahman a Hewlêrê saet di 21.00’an de konserek saz bike.

Hunermenda Kardeş Turkuler Feryal Oney, di qenaleke televîzyonê ya tirkan de aşkera kir ku ew ê di vê konserê de bi soranî, kurmancî, zazakî, erebî, sûryanî û ermenî bistirên.

Feryal Oney, diyar kir dê li Herêma Federal a Kurdistanê li çend zanîngeh û navendên kulturê jî bigerin, serdana wan bikin û hewl bidin gelek stranên li wê erdnîgariyê bixin tûrikê xwe û vegerin. Oney, destnîşan kir ku stranên berhev bikin dê di pêşerojê de di albûm û konserên xwe de bibêjin. Nûçe: Maşellah Dekak – AKnews

Advertisements