Gallery

Li Şarezor Dîrok Bişkivî: Şûnwarnas bi ser serdema nêçîrê ve bûn

Nûçexane – Tîmeke şûnwarnasên Brîtanî li bajarê Silêmaniyê li navçeya Şarezorê û li gundê Bîstan Sorê dest bi karê lêgerîn û lêkolînkirina şûnwarên kevn kir. Şûnwarnasan li herêma kolandinê ya navçeya Şarezor a girêdayî Silêmanîyê şop û delîlên ‘Ji serdema nêçîrê ya mirovan heta çandinî û berhemanînê’ derxist holê.

Tîma şûnwarnasên Brîtanî bi hevkariya rêveberiya şûnwara Silêmaniyê, hejmarek şûnwarên kevin yên li gundê Bîstan Sorê ya li navçeya Şarezorê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kontrol kirin.

Li gor şûnwarnasên Brîtanî delîlên ku bi destxistina jiyana mirovên serdema nêçîriyê û heta serdema çandiniyê li wê deverê destpêkiriye eşkere dikin.

Di vê derbarê de profîsor Rocer Matyos ji zanîngeha Rîdîn ya Londonî ku serpereştiya wê tîma Birîtanî dike ji PUKmedia`yê re ragihand û got: “Li gor tiştê me bi destxistine ez dikarim bêjim ku demên ku jiyana mirov ji serdema nêçîriyê û heta serdema berhemînana çandiniyê li vê deverê dide diyar kirin. Ji ber ku navçeya şarezorê di dema xwe de av gelek zor bû û zeviyên zengîn û geş û hewayê xwe jî rê dida ku mirov wê serdemê li vir bijî.” Pukmedia

Advertisements