Gallery

Nivîskarê Tirk: Wê Barzanî wek serokdewletekî bê pêşwazîkirin

Nûçexane – Nivîskarê rojnameya Radîkal ya Tirkiyê Mûrat Yetkîn, qûncikê xwe yê îro ji hatina Tirkiyê ya Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî re veqetand û bal kişand ser rola Barzanî ya li ser herêmê û Kurdistanê. Yetkîn, dibêje; êdî dem guherîye û wê Barzanî mîna Amerîkayê bi protokoleke pîleya bilind li Tirkiyê were pêşwazîkirin.

Mûrat Yetkîn di qûncikê xwe de, aktorbûna li herêm û Iraqê ya Barzanî jî dinirxîne û dibêje; piştî leşkerên Amerîkî ji herêmê çûn, DYAyê piştgirîya xwe jê re kêm nekir û her diçe rola wî ya aktorbûna li herêmê pêşdetir diçe.

Yetkîn, her wiha di nivîsa xwe de balê dikişîne ser gotinên Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş ku gotibû, ‘Dixwazin Barzanî bikin serokê hevpar yê gelê Kurd’ û wiha pê de diçe: “Dibe ku şandeya BDPê ji ber vê yekê diçe serdana Amerîka û dixwazin derdê xwe ji wan re vebêjin. Lê ev ji bo BDPê ne karekî hêsan e. Ji ber ku BDP navberekê na deyne ber xwe û şideta PKKê. Her wiha BDP wek mînakên, Îrlanda û Baskê li ser hêza leşkerî PKKê ne xwedî bandor e. Dibêje ya esil PKK ye.”

Advertisements