Gallery

SHKê li ser serdana Serok Barzanî daxûyanîyek ragihand

Nûçexane –  Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Tirkiyeyê û şandeya pê re daxûyanîyek ragihand. Daxûyanîya malpera SHKê wiha ye:

Îro pênçşem 19/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta sazkirina çendîn hevdîtin û civînên li gel birêz Serok Komar Abdullah Gul û Serok Wezîr Receb Tayyib Erdogan û Wezîrê Derveyê Tirkiye Ahmed Dawudoglu û hejmarek ji berpirsê mezinên wî welatî bi serdanekî gihîşt Tirkiye.

Bernameya vê serdana Serok Barzanî ya Tirkiye, ji bilî guftûgokirina rewşa niha ya Iraq û çawayiya pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan çendîn mijarên ku pêwîstin bi pêvajoya navçeyê bi giştî û asta pêwendiya aborî û kultûriyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiyê li xwe digrin.

Tê çaverê kirin ku îro pênçşem Serok Barzanî û şanda li gel li Stenbolê li gel birêz Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê hevdîtinek pêkbîne û biryare sibê înê li gel her yek rêzdar Serok Komar Abdullah Gul û Wezîrê Derve Ahmed Davudoglu û berpirsên bilindên wî welatî çendîn civînan pêkbîne.

Li vê serdanê da, şanda li gel Serok Barzanî ji rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatiye.

Advertisements