Gallery

Barzanî: Em nahêlin PKK li herêmê hikumranîyê bike

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî civîna xwe ya îro ku bi Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul re pêk anî derket pêşberî rojnamevanan. Barzanî di daxûyanîya xwe ya ji bo rojnamevanan de bal kişand ser hêzên PKKê yên li Qendîlê cîwarbûyî û got, tu pêwendiyek me bi wan re nîn e.

Li gor nûçeya medyaya Tirkiyê Serok Barzanî destnîşan kir ku, ewê qet destûrê nede PKKê ku li herêma Kurdistan hikumranîyê bike û diyar kir, ew amade ye ji bo çareserkirina pirsa çekdanîna PKKê alîkarîya aştîyane bike. Barzanî her wiha da zanîn ku, bi berdewama şerê herdu alîyan wê ev şer bidawî nebe.

Advertisements