Gallery

Ji Kurdên Sûrî Îna “Ev der Kurdistan e!”

Nûçexane – Tevî ku li seranserî Sûriyê xwenîşandanên îna buhurî li jêr dirûşma “Emê bi ser kevin û Esed dê birûxe” pêk hatin. Lê piraniya xwenîşandanên li herêmên kurdî dirûşmeke din ji xwe re hilbijartibû: “Ev der Kurdistan e!”

Xwenîşandanên Kurdan ên vê hefteyê bersiv bûn li dijî gotina Burhan Xelyûn. Gotina serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî di Rûdawê de ku “tiştek bi navê Kurdistana Sûriyê tune” bûbû sedema acizbûneke mezin di nav Kurdan de. Ne tenê di kolanên bajarên kurdî de, lê herweha di tevnên civakî yên internêtê de mîna facebookê Xelyûn rastî êrîşên dijwar ji aliyê Kurdan ve hat.

Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Ismaîl Hemê, Xelyûn bi nezaniya dîroka Sûriyê gunehbar kir. Hemê ji Rûdawê re got: “Hêviya me di Encûmena Sûrî de şikest. Em ne li bendî Xelyûn in ku federaliyê bide me. Em doza sîstemeke ne navendî ya siyasî dikin, ango an federalî yan jî hikûmzatî.”

Kesayetiya kurdî Umer Şêxmûs ji aliyê xwe ve Burhan Xelyûn bi inkarkirina dîrokê tawanbar kir. Di heman demê de Şêxmûs diyar kir ku mirov dikare Xelyûn fêm bike. Wî got: “Eger ew Kurdistana Sûriyê bipejirîne, hingî pêwîst e ew mafê çarenivîs ji bo gelê kurd li Sûriyê bipejirîne.” Li gor Şêxmûs ji kongirê 1965ê ê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê, ku di wê demê de tek partiya kurdî li Sûriyê bû, Kurdên li Sûriyê peyva “Kurd li Sûriyê” xist şûna “Kurdistana Sûriyê”. Ji hingî ve partiyên siyasî di bernameyên xwe de peyva “Kurdistana Sûriyê” bi kar naynin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê jî ta niha bi fermî behsa “Kurdistana Sûriyê” nake. Ismaîl Hemê balê dikişîne ser biryara kongirê partiya xwe di sala 2005ê de û dibêje: “Hingî me biryar stend ku çarseriya herî baş ji bo pirsa kurdî li Sûriyê an federalî ye yan jî hikûmzatî ye.” Lê Yekîtî tek partiya kurdî ye ku vekirî doza van çareseriyan dike. Umer Şêxmûs federaliyê ji bo Kurdistana Sûriyê wek çareseriyeke ne maqûl bi nav dike û dibêje: “Kurdistana Sûriyê ji sê beşên ji hev cuda pêk tê. Federalî ne mentiqî ye. Baştirîn çareserî yan otonomî ye ji bo Kurdan an jî hikûmzatî.”

Lêkolînera elmanî û pispora Kurdan Eva Savelsberg diyar kir ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî doza mafê çarenivîs ji bo gelê filestînî dike, lê ew vî mafî ji gelê kurd li Sûriyê re qebûl nake. Seroka Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî li Berlînê ji Rûdawê re got: “Opozîsyoan sûrî bixwaze yan nexwaze, divê ew çareseriyeke mîna hikûmzatî ji bo gelê kurd qebûl bike. Sîstemeke ne navendî ya siyasî nayê wateya ku divê federalî be, lê pêwîst e biryar ji binî ve bên stendin.” Savelsberg herweha diyar kir ku divê opozîsyona sûrî li ser mafê çarenivîs guftûgo bike û biryarê bistîne bê kîjan herêm ên kurdî ne. Wê got: “Divê hemû xal bi hûrbînî bên guftûgo kirin. Lê di heman demê de nabe ku Ereb û hindikahiyên din li herêmên Kurdan bên çewisandin.” Rûdaw.net / Sîrwan H. Berko – Hewlêr

Advertisements