Gallery

Serok Barzanî û Demîrtaş bi hev re firavîn xwar

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê ku ji bo serdaneke fermî li Tirkiyê ye îro piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul re, li Otêla Sheraton ya Enqerê bi Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak û Serokê KCDê Ehmed Turk re di dema firavînê de civîya.

Li gor daxûyanîya Selahattîn Demîrtaş ji rojnamevanan re ragihandiye, tu bernameyeke taybet ya hevdîtinê tune bûye û dema firavînê bi qasî demjimêrekê ligel hev sohbet kirine.

Advertisements