Gallery

Yekem Rojnameya Kurdî ‘Kurdistan’ Tê Bîranîn

Nûçexane – Rêveberê ragihandin û rewşenbîrî ya wezareta rewşenbîrî û ciwanên hikûmeta Herêmê bi bobeneya bibîranîna 114.ehemîn salroja rojnamegeriya Kurdî dê merasîmekê saz bike û dê xercên tevaya çalakiyên liqên sendîka ya rojnamevanan hilde stûyê xwe.

Rêvberê giştî yê ragihandinê li wezareta rewşenbîrî û ciwanan ji bo malpera Xendan ragihand ku, bi boneya salroja rojnamegeriya Kurdî, bi beşdariya sendîka ya rojnamevanên Kurdistanê, beşê ragihandina kolîjeya wêjeyê û komeleya wêngirên Kurdistanê li Hewlêrê, dê roja 22 Nîsanê komeke çalakiyên cûr bi cûr yên wekî pêşangeha fotografî, semînar û derxistina rojnameyek taybet bi wê rojê, pêşkêş bikin.

Her weha diyar kir ku,bibîranîna wê salrojê dê bi duruşma (Ji bo Çalakkirina Rola Ragihandia Civaka Sivîl û Demokratîk De) dê bê encam dan.

Li gor gotina navbirî di destpêka merasîmê de du pêşangeh têne vekirin ku, 51 wênegir ji tevaya deveran têde beşdar dibin, û xelat ji aliyê komîteya dadweriya wêneyên ve tê dayîn.

Pêşenghê din jî derbarê erfşîfa çiya tê vekirin ku 7 rojnamevanên di wê derbarê de xizmeta wan gelek e, dê xelatê rêzgirtinê werbigirin,her weha 22 malbatên rojnamevanên şehîd jî dê bêne xelatkirin.

Tê gotin ku tevaya xercên wê merasîmê dê ji budceya wezareta rewşenbîrî bê xerc kirin.

22 Nîsanê, salroja derketina yekem rojnameya Kurdî ye ku sala 1898 li ser destê malbata Bedirxaniyan li bajarê  Qahîre ew rojname hatiye derxistin.  Avan Faris – Xendan

Advertisements