Gallery

Di hundirê mizgeftê de agir berdanê

Nûçexane – Bi sedema ku wan bi daxwaza kuştinê agir berdan nasekî xwe, jin û mêrekî Kurd li Almanyayê tên dadgeh kirin. Dozger 4 salan cezayê girtîgehê ji jin û mêrê Kurd re dixwaze.

Ayşe B. (çep) û hevjînê xwe Saîm B. piştî bûyerê di Gulana sala borî de

Ji ber bûyereke beriya salekê li bajarê başûrê Almanya Reutlingenê, duşema borî (16.04.2012) Kurdekî 39 salî bi navê Saîm B. û hevjîna wî ya 37 salî bi navê Ayşe B. derketin pêş dadgeha bajarê Tübingen. Dozgerê alman Thomas Trück ji bo herdu kesan heryek 4 sal cezayê girtîgehê xwest, ji ber ku li gor wî herdu hevjînan xwestine Kurdekî din yê 39 salî yê nasê xwe bi navê Ramazan B. bikujin.

Bûyer 28ê Gulana sala borî pêk hat. Saîm B. û hevjîna xwe Ayşe çûn hundirê mizgefta bajarê Reutlingenê û li wir li nasê xwe Remezan xistin. Li gor agahiyên polîsan Saîm B. li nasê xwe yê 38 salî xistiye û paşê jina wî jî benzîn bi ser zilam de rijandiye û agir berdaye wî. Kesên li mizgeftê bi hawarê Ramazan de hatine û ew bi giranî brîndar ji agir rizgar kirine.

Li gor îfadeya Ayşe, Ramazan berê destdirêjî wê kiriye û fotoyên wê yên tazî girtine û ew tehdît kiriye ku wan di înternetê de belav bike. Ayşe got piştî ku Ramazan di hundirê mizgeftê de lawekî wê tehdît kiriye û lawik telefonî wê kiriye, wê xwestiya dersekê bide wî, lê nexwestiye wî bikuje. Lê kesê agirpêketî jî di îfadeyên xwe de got ku pêwendiya cinsî di navbera wan de bi dilê jinikê pêk hatiye û wî destdirêjiya wê nekiriye. Ji ber îfadeyên dijhev, dadgeh heta niha 20 caran civiyaye, lê negihiştiye encamê. Rûdaw/Koln

Advertisements