Gallery

Weqfa Beşîkçî 5ê Gulanê Bi Merasîmekê Tê Vekirin

Nûçexane – Ji bo Weqfa Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî ku di roja rojbûna wî 7ê çileya 2012an de, li Stenbolê bi awayekî fermî hatibû vekirin merasîmeke dest bi kar kirinê tê lidarxistin. Merasîma vekirina fermî ya Weqfê 5ê Gulanê li salona Cezayîr Restorant ku li Beyoglu-Taksîmê ye tê lidarxistin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tevî pirtûkxaneya ji arşîva Beşîkçî pêk tê, bi piştgirî û alîkarîya çend karsaz û rewşenbîrên Kurd, li Taksîm a Stenbolê hatîye vekirin û çav li rê ye ji bo kar û xebatên akademîk yên li ser pirsa Kurd bibe navendeke danasîn û lêkolînê.

Rêvebirên Weqfê berî niha jî li çend bajarên Ewrûpa, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civînên danasîna weqfê pêk anî bûn û bi vî awayî xwestin xebat û keda Birêz Beşîkçî ya li ser pirsa Kurd raxin ber çavan û piştevanîyê ji weqfê re bixwazin.

Piştî van çalakîyên 3 mehan ku ji dema damezirandina weqfê ve didomin, vê carê jî merasîmeke taybet ku çav li rê ye gelek kesayetîyên Kurd û Tirk beşdarîyê lê bikin tê lidarxistin.

Navnîşana Cihê Merasîmê

Cih : Cezayir Restaurant
Navnîşan : Hayriye Cad. No: 12
Galatasaray/Beyoğlu
(Li pişt Lîseya Galatasaray)

Bername:
Axaftinên Vekirina Bernamê
Vîdyoya Danasînê û Pêşandana Slaytê
Kokteyl

Mêjû : 5 Gulan 2012 (roja şemîyê)

Dem : 12.00-16.00

Advertisements