Gallery

Di makezagona nû de, nasname û zimanê kurdî xetên sor in

Nûçexane – Proseya nivîsina destûra nû ya Tirkiyeyê di 1ê Gulanê de destpêdike. Partî, rêxistin û sendikayên kurdî wê projeyeke hevbeş amade bikin û bidin komisyona destûrê ya li parlamenê. Parlameneterekî BDPê jî dibêje naskirina ziman û nasnameya kurdî di destûra nû ya Tirkiyeyê hêlên sor in û ew jê danakevin.

Proseya amadekirina destûreke nû bo Tirkiyeyê di dema hilbijartinên 12ê Hezîrana sala borî de ket rojevê, ku destûra niha piştî darbeya leşkerî ya sala 1982yê de hatiye nivîsandin. Bo amadekirina destûra nû komîsyonek hevbeş ji frakisyonên parlamenê bi serokatiya Serokê Parlamenê Cemîl Çîçek hatiye avakirin. Vê komîsyonê di ligel bêtiriya grûb, netewe, mezheb, tebeqe û pêkhatên civaka Tirkiyeyê gotûbêj kirin û nêrînên wan standin.

Hemû partî 1ê Gulanê pêşniyarên xwe amade dikin

Cîgirê Serokê Koma BDPê û Endamê Komisyona Destûrê li Parlamenê, Hasîp Kaplan dibêje qunaxa guhdarîkirina xwestekên pêkhateyên cuda yên civaka Tirkiyeyê qediyaye û di 1ê Gulanê de komîsyona navhatî wê pêşniyaz û projeyan ji hev cuda bike. Kaplan di daxuyaniyekê de bo Rûdaw dibêje “partiyên nava parlamenê roja 1ê Gulanê wê pêşniyar û projeyên xwe amade bikin û destnivîsa destûrê bikeve ber gotûbêjan û heta 1ê Tebaxê divê projeya destûra nû amade bibe bo rapirsiya giştî.ˮ

Kurd proseya amadekirina destûra nû ya Tirkiyeyê weke derfeteke dîrokî dibînin da bikarin mafên xwe tê de bicih bikin. Bo vê mebestê jî partî, rêxistin û sendîkayên kurdî weke xwestekên Kurdan bihev re projeyek dane komîsyona destûrê.

Projeya Kurdan li ser çar xalan e

Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel got “proje li ser bingeha çar xalan ji komisyona destûrê re hatiye pêşkêşkirin ku ji van xalan pêktên: nasandina nasnameya kurdî, xwandina bi zimanê dayikê û bikaranîna zimanê kurdî tevî zimanê tirkî li cihên giştî û xizmetguzarî yên Bakûrê Kurdistanê, azadiya rêkxistinî li gor pîvanên Yekîtiya Ewropa, naskirina mafê çarenivîsê çi federalî çi otonomî be bo Kurdan.ˮ

Bozyel bawer nake ku ev çend xalên Kurdan doza wan dikin di destûra nû de bên bicihkirin “lê divê em xebatê jê re bikin, raya giştî bilivînin û dengê Kurdan bigohînin hemû quncik û aliyan.ˮ

Hasîp Kaplan di vê baweriyê de ye ku êdî her kes dizane xwestekên Kurdan çi ne û divê li ber çavan bên girtin: “Bo me ziman û nasnameya kurdî hêlên sor in. Ev eger nebin ti sûda vê destûrê bo Kurdan tune.ˮ

Nakokî di navbera CHP û AKPê de

Ji bilî nakokiyên Kurdan û AKPê, tê pêşbînî kirin ku di dema nivîsandina destûrê de, nakokî û gengeşe navbera CHP û AKPê jî gur bibin. Platforma Abant ku nêzîkî Cemaeta Fethulla Gulen tê dîtin, di dawiya meha Sibata borî de derbarê pirsgirêkên hundir û derve yên Tirkiyeyê civîn û semînar sazkirin ku yek jî derbarê destûra nû bû.

Ev civîn bi gotinên Cemîl Çîçek destpêkir ku got “em divê liber hevdu danin û xwe ji hevdu tometbarkirinê rizgar bikin, yan wê ti ramaneke proseya destûra nû nebe.ˮ

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê, Erdogan Toprak di bersîva Cemîl Çîçek de got “civak û bêtiriya siyasetmedarên li Tirkiyeyê derbarê pêwîstiya destûreke nû hemfikir in. Lê çaverêyî yên wan ên cuda hene û pirsgirêk jî li vir derdikeve holê. Em dixwazin ku hemû alî bi pisporî daxwazên xwe hinekî daxînin.ˮ

Herwiha Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu jî di hevpeyvînekê de bo Rûdaw ragihand ku di proseya nivîsina destûrê de hêlên wan ên sor hene û got “her partiyeke di nava komîsyona destûrê de eger derbarê maddeyekê diyarkirî nerazî be yan bixwaze nêrîna xwe ferz bike, wê ev prose bê rawestandin. Tenê ev maddeyên ku bi rêjeya ji sedî sed lihevhatin ser heye, wê bo dengdayînê pêşkêşî parlamenê bibin.ˮ Her partiyekê du nûnerên xwe di komisyona nivîsandina destûrê de hene ku yek jê BDP ye. Herwiha her partiyekê jî mafê vetokirina her maddeyekê destûrê heye.”

Îçten:  Destûr ne tenê bo Kurdan tê nivîsandin

Parlamenterê Kurd ê AKPê, Cuma Îçten bo Rûdaw got “em destûrekî medenî amade dikin, loma wê nakokî jî pêk bên. Paşde kişandina her partiyekê ji proseya nivîsandina destûrê weke xwekuştinê ye, dengderên vê partiyên dengên xwe dane da di destûrê de xwestekên wan bicihikin.”

Îçten derbarê pejirandina xwestekên Kurdan got “îro eger daxwazên Kurdan bên pejirandin, wê Rom, Çerkes, Laz û yên din jî rabin ser piyan û doza bicihkirina nasname û mafên xwe bikin. Loma destûr ne tenê bo Kurdan tê nivîsandin, lê bo hemû Tirkiyeyê tê nivîsandin.”

Xwestekên Kurdan ji destûra nû:

– Nasandina nasnameya kurdî.

– Xwendina bi zimanê dayikê û bikaranîna zimanê kurdî bi heman şêweyê zimanê tirkî li cihên giştiyên bakûrê Kurdistanê.

– Azdiya rêxistinî li gor pîvanên Yekîtiya Ewropayê.

– Naskirina mafê çarnivîsê bo Kurdan, çi federalizm be çi totonomî.

Erdogan: Kurdî dibe dersa hilbijartî

Ev demeke ku rayedarên dewletê derbarê xwandina bi zimanê kurdî dibêjin, wê kurdî nebe zimanê perwerdê, lê mimkûn e bibe waneyeke bi hilbijartin ango kî bixwaze wê bixwîne. Cîgirê Serokwezîr, Bulent Arinc di civîneke ligel Serokê Şaredariya Mezin a Amedê, Osman Baydermir de got “em neamade ne bo xwendina bi zimanê kurdî, lê dersên kurdî wê bi hilbijartin be.ˮ

Heftiya borî jî Serokwezîrê Tirkiyeyê R.Tayyîp Erdogan di serdana xwe bo Seulê de ji rojnamevanan re got “wê xwendina bi zimanê dayikê nebe, zimanê fermî tirkî ye. Lê dibe ku zimanê kurdî û osmanî di dibistanan de weke dersên hilbijartî bên xwendin.ˮ Hêmin Xoşnav – Rûdaw

Advertisements