Gallery

Rojnamevanên li Kerkûkê bi zevîyan tên xelatkirin

Nûçexane – Parêzgerê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ragihand ku rêveberiya Kerkûkê biryar girtiye ku zeviyan li ser rojnamevanên ku di sendikeya rojnamevanên Iraqê û sendikeya rojnamevanên Kurdistanê de ne û yên ku li ser Kerkûkê tomarkirî ne, belav bikin.

Ev daxuyaniya parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di şevbêrka ku roja şemiyê 21/4, bi helkefta 114`emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî de ku sendikeya rojnamevanan li Kerkûkê lidarxistibû de pêşkêş kir.

Parêzgarê Kerkûkê teqez kir ku rojnamevanên Iraqê bûne armanca terorê û şehîd û birîndarbûne tenê ji ber ku rojnamevanin. Kerîm ragihand ku ew di haziriya belavkirina zeviyanin bi ser rojnamevanên ku tomarkirî li ser parêzgeha Kerkûkê ne.

Ji aliyekî din ve parêzgarê Kerkûkê digel berpirsê rêxistinên YNK`ê li Kerkûkê ASo Mamend seredana bazara Aşor ya li taxa Îmam Qasim kirin û gilî û gazindên welatiyan derbarê xizmetguzariya li bajêr guhdarî kirin.

Her weha welatiyan rola parêzgarê Kerkûkê di pêşveçûna xizmetguzariyên li bajarê Kerkûkê bilind nirxandin e. Pukdmedia

Advertisements