Gallery

Barzanî: Ji xeynî armanca serxwebûnê rê nadim xwîna gencekî Kurd bê rijandin

Nûçexane – Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê piştî serdana xwe ya derveyî welat kombûneke çapemenîyê saz kir. Barzanî di kombûnê de got: “Min Qeyran dirûst ne kiriye, niha ew rewşa heyî ne cihê pejrandinê ye û divê were yeklakirin.” Barzanî her wiha ragihand ku,  ji derveyê serbixwebûna Kurdistanê vê carê rê nade xwîna gencekî kurd bo ti tiştekî din were rijandin.

Serokê herêma Kurdistanê doh li Pîrmam kombûnek li gel berpirsê dezgehên ragihandinên Kurdistanê saz da û despêkê bo boneya 114 saliya rojnamegeriya Kurdî pîrozbahî arastey rojnamevanan kir.

Pişter tîşk xiste ser serdana xwe ya bo welatên Emerîka, Ewrûpa û Turkiye û derbarê serdan xwe de ya bo Emerîka de wiha got: Emerîka tekez li ser Iraqeke Federalî û Demokratî piralî kiriye, herweha beramberî Kurdan û Herêma Kurdistanê jî girêdana xwe tekez kiriye û amadebûna xwe jî danenîşandan bo piştîvanî kirina her karekî di çarçoveya destûra herdemî de be.

Derbarê serdan xwe ya bo Ewropa de jî Barzanî weha behs kir kû, serdana wî piranî peywendiyên wê serdanê bi aliyê bazirganî ve hebû û bo vê jî pêwîste hukûmeta Herêma Kurdistanê gavên xwe bavêje.

Derbarê serdana xwe ya bo Turkiye de, Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir kû di vê serdanê de, gotûbêj li ser rewşa Sûriye û kêşeyên navxwey yên Turkiye hatiye kirin.

Weha jî ronî kir û got: ji dervey konferansa Hewlêr kû bo yekxistina helwesta Kurdên Sûriye me sazdayî, em nikarin tiştekî din bo wan bikin, lê derbara arîşeyên navxwey yên Turkiye û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), hewesta me eşkere û zelale û piştevaniya her hewildaneke aşîtiyane dikin û li ne li gel wê çareseriyê ne kû bi rêyêne şer be.

Derbarê pirs û qeyrana niha ya rewşa siyasiya Iraqê Barzanî got: Min ev qeyran dirûst nekiriye, lê min basa wê qeyranê kiriye kû hîna nehatibû behskirin.

Wekî din jî eşkere kir kû: Hest dikim kû metirsiyekî mezin li ser Kurdan heye, bo vê yekê biryare li gel Celal Talebanî serok komar û aliyên siyasî yên Herêmê kombibin da kû em bizanibin çi bikin, çûnke ev rewşa niha ne cihê pejrandinêye û divê yekalî bibe.

Barzanî weha daxwiya kir kû: Ti kêşeyeke me ya kesayetî li gel Nûrî Malikî serokwerzîrê Iraqê nîne, lê eve bi qasî şeş sale em li benda pêkanîn û cêbecêkirina rêkeftinan man, lê tiştek nehate cêbecêkirin û rêzê jî li îmzeya li ser rêkeftinan nagirtiye, hemû dostanî û rêkeftineke muhirkirî daye alî, bo vê yekê eger aliyên siyasî ji van rewşên heyî razî bin, lê wê ezê qebûl nekim û divê wijdana xwe beramber gelê xwe asûde bikim.

Derbarê ragihandina dewleta Kurdî, serokê Herêma Kurdistanê weha got: Mafê çarenûsî, eger bas bikin mafekî rewa ye û hîç ne guneh e, lê ev jî dema xwe divê.

Dawî de serokê herêma Kurdistanê weha got: Niha emê hewila parastina van destkeftiyan bidin û mala Kurdan bi rêktir bikin, lê vê carê ne amade me ku xwîna gencê Kurd ji derveyî serxwebûnê bo tiştek din were rijandin. PNA

Advertisements