Gallery

Eyad Elawî li Selahedîn Bixêrhatina Serok Barzanî Kir

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye Dr. Eyad Elawî û şanda li gel kir.


Di hevdîtina ku doh pêk hat de Sekreterê Giştî yê PDKê Fazil Mîranî û Dr. Roj Nurî Şaweys amade bûn, Dr. Eyad Elawî piştî bi xêrhatina Serok Barzanî, hêvî xwest ku serdana cenabê wî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û welatên Ewrupa û Tirkiye serkeftî bûbê û cihê destkeftên zêdetir bê ji bo gelê Kurdistan û Iraqê.

Di vê hevdîtinê de, di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê bi giştî û ew astengiyên ku rûbirûyê pêvajoya siyasî û demokrasiyê bûne û çawayiya çareserkirina wan de danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî jî tekez li ser zalbûna wan astengan û berfireh kirina bazina diyaloga binyatner ya li navbera aliyê siyasiyan û rêkkeftina li ser çareserkirina kêşeyên helawestiyên bi vî awayî ku hemû alî pê razî bibin kirin. Jêder: SHK

Advertisements