Gallery

Ismaîl Hemê: Bila çavdêrên navneteweyî bên herêmên kurdî jî

Nûçexane – Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî do biryara şandina 300 çavdêrên navneteweyî ji bo Sûriyê da. Berpirsek kurd dibêje ku plana Kofî Enan têk çûye.

Yek ji xalên Plana Kofî Enan ji bo çareserkirina kêşeya li Sûriyê şandina çavdêrên navneteweyî ji bo Sûriyê ye. Li gor biryara Encûmena Ewlekariyê ya NY dê çavdêrên navneteweyî di 90 rojên bê de li Sûriyê çavdêriya rawestandina şer ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bikin. Tevî ku Sûriyê rawestandina şerê di nav bajaran de eşkere kiribû, lê di rojên dawî de hejmareke mezin ji welatiyên sûrî bi çekên rêjîmê hatin kuştin.

Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Ismaîl Hemê, diyar kir ku çendîn ew piştgiriya plana Kofî Enan dikin, lê baweriya wî pê nemaye. Hemê ji Rûdawê re got: “Plana Enan têk çû. Ti wate jê re nemaye. Rêjîm berdewam xelkê dikuje.”

Hemê herweha eşkere kir ku ger plana Kofî Enan berdewam bike, hingî ewê bixwazin ku çavdêrên navneteweyî li herêmên kurdî jî bi cî binin. Wî got: “Em dixwazin ku çavdêr bên bajarên me da bibînin bê çi li vê derê diqewime.” Berevajî gelek bajarên din ên sûrî Artêşa Sûriyê ta niha bi çekên giran êrîşî herêmên kurdî nekiriye. Rûdaw

Advertisements