Gallery

Kurdistan: Mayin Kujerê Bêdeng

Nûçexane – Hate zanîn ku di sala borî de li Rojhilatê Kurdistanê bi sedema teqîna mayînan ku ji serdema şerê Îran û Iraqê bicih mane, 5 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dane.

25 sal biser şerê 8 salî ya Êran û Êraq re derbas dibe lê hîn jî dijminekî jêrerd bi navê mîn, canê welatiyên Kurd digire û li Îlam û Kirmanşanê ew diyardeye weke hereşeyekî metirsîdar tê naskirin.

Li gor amaran nêzî 6 milyon hiktar/donim ji erdê Êranê mînrêj kiriye û 4 parêzgehên ku Kurd dinav de nîştecîne, navçeyên mînrêj kirîne.

Li gor rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku 1000 kîlometer li sînorê Êran û Êraqê  mînrêj kiriye û nêzî 20 milyon mîn di navçeyê de hatine çandin. Pukmedia

Advertisements