Gallery

VOA Kurdî îro dest bi weşana bi dîmen kir (+Frekansên Satelaytê)

Nûçexane – Weşana Radyoya Dengê Amerîka ya bi dîmen îro dest pê kir. Ji niha pê ve guhdarên Dengê Amerîka yên Beşa Kurdî (Kurmancî-Soranî) dikarin bernameya demjimêr 10:00 bi demê Washington, 17:00 bi dema Hewlerê li ser satelaytê temaşe bikin.

Dengê Amerîka her roj 3 bername hene ku her yek ji wan yek seet e. Weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser pêla kurt (SW), pêla navendî (MW) û li hejmareke bajarên Îraqê li ser FM’ê û her wiha bi rêya malpera înternetê têne weşandin.

Dengê Amerîka ajansa yekê ya navnetewî ye nûçeyan e ku bi herdu zaravayên Kurmancî û Soranî weşanên xwe pêşkeş bike.

Navenda Dengê Amerîka li paytaxt Washington ye û ajans bi 52 zimanan weşana radyo, televîzîyon û weşangerîya înternetê didomîne.

Xwedendavanên me yên hêja,

Hun dikarin bi van frekansên jêrîn weşana meya dîmenî temaşe bikin:

Eutelsat Hotbird  Digital

Transponder 76

13 Degrees East

Freq:  12.226. GHZ

FEC:  ¾

Symbol Rate: 27.5 MS/S

Typical L-band Freq:  1476 MHz

Local Oscillator (LO) freq:  10.75GHz

Signal Polarization:  Vertical

Network ID1:  H-pol setting to provide 19V to LNB for High Ku band – or –

Network ID 4:  V-pol setting to provide 13V polarizer control

Virtual channels 240

Advertisements