Aside

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistan roja 22yê Nîsanê bi minasebeta 114 salîya rojnamevanîya kurdî û serdana xwe ya derveyî welat kombûnek bi rojnamevanên Kurdistanê re saz kir. Serok Barzanî di wê kombûnê ewil gotarek pêşkeş kir ku, tê de behsa sedana xwe ya derveyî welat û rewşa kurdan li Iraqê kir. Barzanî di gotara xwe de, da zanîn ku, mafê her ferdekî kurd li ser destkeftîyên Kurdistanê heye û bi bîr xist ku, heke hemû hizb û partîyên kurd û gelê kurd pê dilxweş be karin biryara xwe ya cudabûnê bidin.

Gotara Serok Barzanî wiha ye:

Hûn hemû bi xêrhatin

Min xwest li vê rojê da xizmeta we bikim bo ku pîrozbahiya vê salvegera pîroz li we bikim, ku salvegera rojnamevaniya Kurdistane.

Daxwaza serkeftinê li we dikim, bi hêviya xwedê rojnamevaniya Kurdistanê her li pêşketinê da dibê û her li xizmeta doza gelê me da dibe.

Spasiya we dikim ji bo qebulkirina vê dawetê, me bi pêwîstî zanî civîneke xwe bi xwe û birayane li gel we rêzdaran bikîn bo ku hûn jî agahdarbin, li rêya we jî xelkê Kurdistanê jî agahdarî rewşa siyasiya me û nêrîna me û encama serdana me ya derveyî welat bibe. Her wiha hez dikim guh bidim bîr û ramanên we yên rêzdaran jî.

Serdana me ya Emerîka li ser daxwaza Emerîkayê bû, dema birêz Biden hate Hewlêrê wê demê vê dawetê pêşkêş kiribû û min jî got kengê guncaw bê ji bo we û ji bo me pê min xweşe bêm.

Her wiha dawetekî din jî ji bo çend welatekî Ewrupî hebû me karî du ji wan encam bidîn, yek ji wan Bulgaristan û Macarîstan bû. Li vegerê jî de me serdana Tirkiye kir.

Emerîka li gel her guhertineke li Iraqê li çarçêweya destûr be nîsbeta min û we û wiha bizanim hemû xelkê Kurdistanê û Iraq jî bi giştî gelek pêwîste bizanîn helwesta Emerîka çiye li ser pêvajoya Iraqa nû û em çi cûre Iraqek dixwazin. Her wiha helwesta wan çiye beramber bi Kurdistan û bi gelê Kurdistanê?

Gelek bi dur û dirêjî me li gel Biden û li gel Serok Obama bi xwe jî behsa rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê û me nêrînên xwe û wê qeyrana îro ku Iraq têdaye kir. Her wiha li gel berpirsên dinê mezinê Emerîka jî bi dûr û dirêjî me behs kir.

Ewê bi pêwîstî dizanim behs bikim ew helwesta fermî bû ku bi me ragihandin. Bi nîsbet Iraqê gotin: Em dixwazin Iraqekî demokrat federalî fireh alî û yekgirtî bê. Em pabendbûna xwe beramber bi Kurdistan û gelê Kurd, dûbare dikîn, her guhertinek li Iraqê da li çarçêweya destûrê da bê, me tu astengî nîne û kese jî ew maf nîne bi xelkê Iraqê bibêje nabê van hengavan bavêjî yan eve bavêje.

Ez bawerim eve helwestekî nû bû yan bi kêmahî vê helwesta wan me nû bihîst. Ji ber ku berê wiha dihate gotin ku Emerîka naxwaze tu guhertinek li pêvajoya Iraqê da bike. Ji bo wê yekê ez bawerim eve encamekî baş bû, bersîveke baş bû. Em jî ji wê zêdetir ji Emerîkayê naxwazin.

Bi nîspet welatên dinê Ewrûpî zêdetir behsa meseleya aborî û bazirganî bû. Ewe divê hikûmet duvdaçûnê ji bo wê bike. Derfeteke baş ji bo hevkariyê heye.

Cudahiya li navbera pêvajoya Kurdê Sûriye û rikeberên Sûriye li Tirkiye, dîsa behsa rewşa Iraqê hate kirin. Behsa pêvajoya Sûriye hate kirin, behsa pêwendiya du qoliya di navbera Herêm û Tirkiye hate kirin. Her wiha li Emerîka jî behsa Sûriye û pêwendiya du qoliya di navbera Herêm û Emerîka hate kirin. Her wiha behsa kêşeya navxweya Tirkiye, kêşeya di navbera PKK û Tirkiye hate kirin. Li gel Serok Komar, Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Tirkiye dîsa bi dûr û dirêjî behsa van babetan hate kirin.

Bi nîspet pêvajoya Iraqê ew jî agahdarin û bi gumanin li vê pêvajoya ku heye. Renge wan nêrîna xwe hebê, renge li hinek cîhan nêrîn weku hevdû bê û li hinek cîhên din jî renge cûdahî hebê. Lê belê ew jî ji pêvajoya Iraqê bi nîgeranin. Gelek girîngiyê bi pêvajoya Sûriye didin, li Emerîka û li Tirkiye jî.

Her wiha sala par jî ku min serdana Îranê kir, li ser Kurdê Sûriye min ji wan re got, birastî divê ew biryar bidin ka çi dixwazin û berev ku diçin. Lê belê wekî ku em têbigihîn cûdahiyeke mezin heye li navbera pêvajoya Kurdê Sûriye û rikeberên Sûrî. Xelkê Kurdistana Sûriye mafê welatîbûna wan jî tûne. Wan daxwaza wê yekê nekiriye desthilatê bigrin destê xwe. Ew dixwazin bizanin li paşarojê de her danustandinek û her guhertinek li Sûriye hate kirin ew li ku radiwestin, ‬çi li ser wan tê, çi bi destê wan dikevê.

Ewê me kariye bikîn ewe bû ku konferansek ji bo wan encam bidîn li Hewlêr bo ku xwediyê yek gotar bibin û bikarin li navbera xwe de rêk bikevin. Ji vê zêdetir em nikarin û ne heqê meye heye û ne jî em amadene tevlî bibîn divê ew bi xwe biryara xwe bidin. Bi nîspeta wan girînge ku mafê wan çi lê dihê, ji ber ku heta niha wekî welatî jî nayên qebulkirin. heta niha 400 hezar kes bê regeznameye, wan regezname jî heye hemû deqîqeyek li jêr êrîşê wê dane regeznameya wan ji wan bê vekêşîn. Min bi xwe ji berpirsekî bilindê Sûriye bihîstiye, dibêje: Rastiyê de Kurd li Sûriye tûne, ew awarene û li Tirkiye û ji Iraqê hatine. Li hinek aliyê din ku behs dikin, ji aliyê min ve renge piçek jî rewşa min li ber çav girtibê, ne xwe hinek dibêjin, penaberin û muteselîlin, ewin ku bê regeznamene. Ji ber wê eger daxwaziya Kurdê Sûriye helwest werbigrin çi hikûmet çi rikeberên Sûrî pêwîste helwesta xwe beramber mafê Kurd li Sûriye diyar bikin û heta ku li gel wan tên, ji ku ve ew rêkdikevin em piştgîriyê lê dikîn. Lê belê ji vê zêdetir em nikarîn tiştek bikîn û em ne amadene tişteke din jî bikîn…

Di derbarê pêwendiya du qolî jî niha pêwendiya aborî û bazirganî gelek pêşketiye. Li gel çareseriya aştîne di derbarê kêşeya navxoya wan, helwesta me diyare. Eger bi aştî bê çareser kirin, em li xizmeta hemûyan dane her çi ji destê bê emê bikîn. Lê belê em bawerin çareseriya bi şer, çareseriyeke bê encame û serdema wê jî nemaye ne ji bo Kurd ku çareseriya şer hilbijêrê ne dewlet jî dikarê bi şer vê meseleyê bi dawî bîne. ji ber wê li encamê da her divê eve bi aştî bê çareser kirin. Ji bo wê yekê eger hilbijardeya aştî yê hemûyan bê em amadene, eger hilbijardeya şere em têda nînin. Eve jî helwestêkî rûn û bê pêç û penabû.

Rewşa Iraqê de ez naxwazim biçime nav naveroka wê, ji ber ku berî sefer bikim, min ji bo hatina Cejna Newroz gotarek hebû, li wir jî ji bo rojnameya El Heyat û kanala Hure û Şarqiye jî berî wan behskir. Ji ber wê tiştekî nû tûne bixim ser.

Min tu qeyranek dirust nekiriye, min behsa qeyranek kiriye, ku nedihat behs kirin ya li jûrekî girtî de dihate behs kirin. Min hest kir berpirsiyariyekî dîrokî li ser şana mine beramber bi gelê Kurdistanê, eve şeş sale em li benda sozên wane, sozên bê encam. Her soz didin û hîç. Niha jî dema ewe hatiye, birastî ew pêvajo bê yek alî kirin. Min li Emerîka jî gotiye û li hemû cîhek, niha jî dibêjim, ev rewşa niha bi tu awayekî nayê qebûl kirin û ne li berjewendiya Iraqe ne li berjewendiya Kurdistane jî û tu tiştek êrîş li yek perçeyiya Iraqê nake, eger dîktatoriyet nebê. Ji bo wê yekê dest bi şêwîrînê dikîn li gel cenabê Serok Komar û hemû aliyê Kurdistaniyan û aliyê Iraqiyan bo ku bizanîn çi mumkîne bê kirin yan her aliyek çawa hizir dike? Ji ber ku dema bi du qolî û sê qolî rudinîn hemû razîne, lê belê divê bi vekirî çareseriyek ji bo pêvajoyê bêkirin. Ev pêvajo bi vî awayî biçe Iraq berev hilweşandinê diçe. Iraq berev dîktatoriyetê diçê. Min hest bi metirsiyekî mezin li ser Kurdistan û gelê Kurd dikim.

Min tu kêşeyekî şexsî tûne, eger hemû xelkê Iraqê razîne bi vê pêvajoyê ewe keyfa wane, eger xelkê Kurdistan û hizbên Kurdistanê wiha hizir dikin rewş bi dilê wane û tiştekî başe û tu metirsî tûne, dîsa min kêşeyekî şexsî nîne. Lê belê ez wîcdana xwe asûde dikim beramber bi gelê me. Bi nêrîna min metirsiyekî mezin heye li ser paşaroja gelê Kurd û li ser Iraqê jî, lê belê hê jî dem maye ji bo wê yekê ku eve bête çareser kirin.

Min behsa wê yekê kiriye eger tu rêyek nema, eve sirûştiye vegerîne ser raya gelê xwe. Ji ber ku gel merce’e ji bo hemû aliyek. Wê demê tu berpirsiyariyetiyek namînê li ser şana tu hizb û tu kesek li her pile û payeyek da bê. Divê pirsiyar ji gel bê kirin, eger tu raziyî vê pêvajoyê yî, keremke bila pîroz bê, lê belê divê ev pêvajoya niha, me li wê bêdengiyê, li wê şeş sal bendemayînê me zererekî mezin dît. Kerem bikin maddeya 140 çi lê hat, meseleya Pêşmerge çi lêhat, qanûna neft û xaz çi lêhat, artêş çi lêhat? Ev hemû meseleyên gelek girîngin. Bawer bikin mesele jî du aliyê xwe heye. A‬liyekî pêwendî bi hemû pêvajoya Iraqê ve heye, aliyekî jî pêwendî bi Herêm û Bexda ve heye, çendî em bikarin çareseriya pêvajoyê bikîn bi awayekî ku hemû Iraq ji wê qeyranê derbas bibê, gelek başe û gîr û giriftên Herêmê jî li gel Bexda çareser bikîn tiştekî başe. Lê belê paşvekêşiya ji wê helwêstê ne mumkîne, ev pêvajoya ku niha Iraq têdaye, nayê qebulkirin, divê guhertin li ser dabê, paşê ev guhertin bi şêwirîna li gel hemû aliyên din dibê ku bizanîn heta ku dên û çi dikin.

Ew babeta din ku gelek behsa wê dihate kirin meseleya çarenûsiye, ku eve mafekî me yê sirûştiye, mafekî yasayiya me ye, lê belê çawa praktîze dikî û kengê ‬dibe, divê demeke wiha bê ku cîh gîr bê û guncaw bê û cihê xwe bigrê. Her wiha bi dirûşm nabê, lê belê mafekî me yê sirûştiye û li hemû cîhekî me gotiye û ne gunahe jî û ne kufre jî tu behsa wê bikî. Wate wiha lêbê nekarî behsa vê babetê jî bikî, tiştekî gelek bê manaye. Tika dikim êdî ez naxwazim zêdetir dema we yên birêz bigrim, min pê xweşe guh bidim pirsiyar û nêrînên we. Tikaya min ji we yên birêz eweye, xelkê wiha perwerde bikin ku pabend bin bi welat û neteweya xwe. Pê min xweşe rexne bigrin, rexneyên birayane, ji ber ku çarenûsa me hemûyan yeke, ne eweye, xwedê neke sibê karesatek bê aliyek derbas dibê û aliyek tûş dibê, em hemû tûşî dibîn.

Eve bi xwîna hemû aliyek dirûst bûye, kes nikarê minet li ser kesek bike, hemû mîlletê Kurd beşdarbûye, bawer nakim malbatek ji Kurdistanê mabê xwîn nedabê, aware nebûbê, derbeder nebûbê, malwêran nebûbê, ji ber wê hemû kesek mafê xwe heye û heqê xwe heye. Ew xebat û qurbaniya ku mîlletê me daye bihaya wan ji van destkeftan gelek mezintire, li wê baca ku me daye, lê belê li gel ewe jî Kurd aqilane reftarê kiriye û bi hêviya xwedê piştî niha jî her wiha reftarê dike. Lê belê min pêxweşe hun jî rolekî wiha bibînin yekrêziya mîlletê me xurttir bibê, me yekhelwestî hebê, ku rexne jî bê girtin, rexneyek bê ji dilsoziyê ve bê ji bo welat û ji bo paşaroja xwe. Ewê din ez ji bo we yên rêzdar dihêlim, carekî din gelek spasiya we dikim ji bo hatina we. Her şad û serkeftî bin.

Barzanî: Mafê Her Kurdekî Li Ser Kurdistanê Heye

Advertisements