Gallery

Cemil Bayik: Divê Kurd ji bo yekîtî û statuya xwe hewl bidin

Nûçexane – Serkirdeyê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya ku di rojnameya Yeni Ozgur Politika ku li Ewrûpa tê çapkirin de, li ser serdana Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî ya Tirkiyê, helwesta medyaya tirk ya di vê derbarê de û hevgirtina kurdên çar parçeyan nivîsek nivîsî. Bayik, di nivîsa xwe ya bi kurdî hatiye weşandin de, balê dikişîne ser yekîtiya Kurdan û dibêje; ‘Her tim ji PKK, PDK û partiyên din tê hêvîkirin ku moral û hêviyê bidin Kurdan. Divê ev bendewariya gelê Kurd baş bê fêmkirin.’

Nivîsa Cemîl Bayik wiha ye:

Divê tarza polîtîk a berê were terikandin

Mesut Barzanî li Tirkiyeyê hin hevdîtinan pêk anî. Çapemeniya Tirk jî van hevdîtinan ji nêz ve şopand û nêzîkatiyeke ku tu carî nîşan nedebû vê carê nîşan da. Bi taybetî mijara ku dê piştî hevdîtinan der barê PKK’ê de encamên çawa derkevin bi meraqdarî hat şopandin. Îdiaya dê Mesut Barzanî çek bi PKK’ê bide danîn bi awayekî zêde û taybet di rojevê de hat hiştin.  Çapemeniya Tirk bi weşanên ku kir hema bêje rol û risteke ku di navbera Kurdan de şerekî derxîne tevgeriya. Şerekî ku di navbera Kurdan de tê xwestin ku derbikeve ewqas vekirî hat xwestin ku ev bi serê xwe îbretek e. Nêzikbûn û helwesta çapemeniya Tirk di esasê xwe de destnîşan dike ku bê ka polîtîkayên AKP’ê yên der barê Kurdan de çi ne.
Rayedarên başûrê Kurdistanê helbet dikarin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan bikin, di navbera wan de têkiliyên ekonomîk û çandî jî dikare hebe. Kesek nikare ji b ovan hevdîtinan tiştekî bibêje. Têkiliyên di navbera başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji niha ve gelek pêş ketiye. Parîteya ekonomîk a Tirkiyeyê ku di van demên dawî de baş derdikeve û saziyên navneteweyî jî vê pesend dikin de rol û rista van têkiliyên ekonomîk ên bi başûrê Kurdistanê re gelek mezin e. Di warê ekonomiyê de ne başûrê Kurdistanê, Tirkiye hewceyî başûrê Kurdistanê ye. Heta AKP di warê siyasî de jî hewceyî başûriyan e. Belkî di nav hêzên kuu piştgirî dide desthilatdariya AKP’ê di serî de Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê. Bi taybetî ppêdivî pê tê ditîn ku başûrî tim pensê polîtîkayên AKP’ê bide. Bi awayekî zelal diyar e ku ev yek ne polîtîkayeke rast û dirûst e.  Kurd tu wateyeke nadin helwesta başûriyan a ku li şûna piştgirî bidin sazî û dezgehên Kurdan, partiyên Kurdan, pensê polîtîkayên AKP’ê didin.
Li gorî nêrîna me başûrê Kurdistanê bi tu awayî  ne hewceyî Tirkiyeyê ye. Gefxwarinên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê jî ji bilî şantajê ne xwedî tu wate û polîtîkayeke din e. Ji vî aliyê ve pirsgirêkên ku bi Kurdan re eleqedar in, li Enqereyê werin nîqaşkirin û bên ziman, sekn û rewşeke xweş nîn e. Jixwe çapemeniya Tirk ji bo ku pevçûneke di navbera Kurdan de bizîrîne bi rojan her cure propagandayên reş kirine. Tê xwestin ku li ser rêveberiya başûrê Kurdistanê fişareke were kirin da ku li hemberî PKK’ê pozîsyonek bigirin. Bêguman ji bo ku çapemeniya Tirk û Tirkiye dixwaze rewşeke bi vî rengî dernakeve holê. Berî her tiştî gelê Kurd û raya giştî ya Kurd xwestekek bi vî rengî qebûl nake. Gelê Kurd û raya giştî ya Kurd naxwazin ku pirsgirêka di navbera Kurdan de li Enqereyê werte nîqaşkiirn, Kurd dixwazin ku pirsgirêkên xwe di navbera xwe de biaxivin û nîqaş bikin.
Gelê Kurd pirsgirêkên xwe yên polîtîk bi nîqaş, piştgirî û di nav yekitiyê de dikarin çareser bikin. Heke di navbera Kurdan de yekitî û hevfêmkirin pêk bê, tu pirsgirêkeke ku çareser nekin tune ye. Bi haletî ruhiye û nêzîkatiyeke berî 40-50 salan polîtîka nayên çêkirin. Kurd bi têkoşîna xwe ya mezin û bi bedelên giran li Rojhilata Navîn bûne hêzeke siyasî. Belkî berî bêhêz û qewet bûne, ji ber vê kambaxiyê hevsengên devreyî zêdetir li ber çavan digirtin. Bêguman îro roj jî polîtîka û dîplomasî tê kirin û meşandin, taktîk tên bikaranîn. Encax ev bi tevahî ji bo bibin bingeha yekitî û piştgiriya Kurdan bên pêşxistin, bi wate ne. Kurd divê ku îro roj ji hêza xwe bawer bin û dema polîtîkayên pratîk kirin jî vê li ber çavan bigirin. Dema ku ev yek were kirin, gefên Tirkiye yan jî hêzeke din dê bêbandor bimînin.
Kurd dikarin bi hemû kesî re têkilî deynin, lê divê pirsgirêkên xwe di çarçoveya yekitî û piştgiriyê de çareser bikin. Başûrê Kurdistanê di nav xwe de kîjan pirsgirêkên siyasî dijîn bila bijîn dikarin di nav xwe de van pirsgirêkan çareser bikin. Em baweriya
Xwe bi vê tînin. Ji ber ku Kurd bi dayîna bedelên giran ve hêza civakî bi dest xistine û em dizanin ku hêza siyasî ya girêdayî û bandora wê mezin e.
Piştî hevdîtinên Barzanî yên Enqereyê tiştan herî zêde em xemgîn kirin, tiştên der barê PKK û Kurdan hatine axaftin di çapemeniya Tirk de bê şerm û heya hate ziman. Bi rastî jî nêzîkatiya çapemeniya Tirk ya li hemberî van hevdîtinan tenê gelê bakûrê Kurdistanê xemgîn nekiriye, her wiha gelê başûrê Kurdistanê, Başûrê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û gelê derveyî welat jî hêrs kiriye. Di fikra wan de hê jî meşandina polîtîkayên zext û zordariyê mirov pir aciz dike.
Di hîn sernivîsên nûçeyan de wiha hate gotin; ‘Ji bo PKK çek berde Barzanî dê bide zorê’, ‘Ger gotina Barzanî neyê guhdarkirin PKK dê ji encaman razî bibe’, ‘Ger PKK çek bernede dê gerîlayan cihê ku lêne biavêjin’. Bêguman ev sernivîsên nûçeyan gelê Kurd xist nav fikaran û di nav Kurdan de careke din fikra xirab a gelo dê dîsa li dijî partiyên Kurd ên siyasî lîstik tên lîstin. Piştî hevdîtina birêz Mesut Barzanî ya Enqereyê careke din derketiye holê ku divê Kurd pir baldar bin. Her tim bi PKK, PDK û partiyên din tê hêvîkirin ku moral û hêviyê bidin Kurdan. Divê ev bendewariya gelê Kurd baş bê fêmkirin. Ger geşedanên neyînî yên dîroka Kurdan ber çav bê girtin dê bê dîtin ku gelê me belasebep nakeve nav fikaran.
Hem ji bo Başûr, hem ji bo Bakur, Rojhilat û Başûrê Rojava platforma çareseriya pirsgirêkên xwe yên siyasî têkiliya navbera Kurdan e. Bi taybet jî di demeke ku gelê me yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji bo bi destxistina azadî, demokrasiyê bûne xwedî hêvî tespîtkirina polîtîkayên hevpar pir girîng e. Di van mijaran de bi hêzên ku naxwazin Kurd tiştekî bidest bixin re, tiştekî bê axaftin û çareser kirin nîne.
Ger Kurd yekitiya xwe ava bikin û bi awayekî aşkera statuya xwe diyar bikin, teqez gelê Başûrê Rojava dê bibin xwedî hêzeke siyasî ya demokratîk. Yekitiya di navbera Kurdan û bi polîtîkayên hevpar ve bidest xistina statuya siyasî dê bandora xwe li ser hemû Kurdên perçeyên din bike û dê ji bo çareseriya pirsgirêkan hewayeke erênî biafirîne. 23 Nîsan 2012 – Yeni Ozgur Politika

Advertisements