Gallery

‘Gelê Kurd li Sûriyê ji partiyan pirtir kurdperwer e’

Nûçexane – Di demekê de ku siyasetmedarên kurdên Sûriyê ji bo nûnertiya gel hê li hev nekirine de, gel xwe bi xwe rêxistin dixe û kêşeyan çareser dike.


Bi tevî li gelek gundên herêma Efrînê, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) destpêşxeriya parastina gundan xistiye dest xwe, lê li gundê Bênê li devera Robariyan ya bi ser Herêma Efrînê de, gel bi xwe mal û warê xwe ji ber nebûna ewlehiyê diparêze û li ser rêyên serekî yên gund bazgeh saz kirine û kontrola hatûçûnê dikin.

Di vê barê û li ser şêweyê kar li wan bazgehan û awayê birêvebirina wan, çalakê siyasî yê kurd Bavê Hemîd ku bi xwe daniştiyê gundê Bênê ye, ji AKnewsê re ragihand:

“Ev bazgeh me ji bo parastina mal û samanên xwe durist kirine, xelkê gund di nav xwe de li hev kiriye ku bi dore (sire) bi şêweyekî berdewam li her bazgehekê 2 xort bimînin, îcar ew karê xwe dikin otomobîlên ku tên nav gund dipelînin û pişkinîn dikin (teftîş dikin).”

Tişta balkêş ku her du alayên ku li vê dawiyê di nav kurdên Sûriyê de tên hildan bi hev re Li bazgeha gundê Bênê hatine bicihkirin, ev jî dîmeneke degmen e, li gor bazgehên di bin kontrola PYDê de, Bavê Hemîd ev xal wiha şîrove kir:

“Weku hemû gundên Efrînê di gundê me de jî gelek alî û partî hene, lê taku çi nakokî bo meseleya alayê dernekeve, me li hev kir ku herdu ala bêne hildan, çunku herdu rengên kurdî li xwe digirin.”

– ji me re encam giring e, ne rêbaz

Bavê Hemîd domand, “Gelê Kurd li Sûriyê ji partiyan pirtir kurdperwer e, em her tim bo hemû parçeyên Kurdistanê fîdekar bûn, niha jî fersend di destê me de ye, em hêvî dikin partiyên me bi berpirsane tevbigerin û bixebitin, ji me re encam giring e, ne rêbaz.”

Derbarê destêwerdan Hikûmeta Sûriyê û qedexeya rakirina alayan, jêderê navhatî got, “Heta niha hêzên rejîmê qet nêzî gundên kurdan nebûne, lê ji gundiyan re gotine ku tenê alaya Sûriyê ya bi 3 stêrkan ku xwepêşanderên ereb hildidin qedexe ye.”

kurdên Sûriyê ku hejmara wan ji 3 milyonan zêdetir e. Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Efrîn û Cizîr, Kobanê. Herêma Efrînê ku di nav kurdan de bi Çiyayê Kurmênc (Kurdaxê) tê nasîn, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li hinek gundên kurdan hatin bicihkirin. AKnews

 

Advertisements