Gallery

Ji Barzanî bersiva Demirtaş: Li ber çekên kîmyewî me yek bi yek xwe da ber mirinê

Nûçexane – Nivîskarê Rojnameya li Tirkiye Tarafê Kurtuluş Tayiz, di qûncikê xwe yê îro de nirxandineke bi berfirehî li ser hatina Barzanî ya Tirkiyeyê û helwest û gumana PKKê nivîsand. Barzanî ji Demirtaş re gotiye, ‘Em bi berdêlên mezin hatin van rojan’.

Kurtuluş Tayîz, di beşeke nivîsa xwe de hatiye ser babeta civana Serokê Herêma Kurdistan ku, li Tirkiyê bi hevserokên BDPê Selahattîn Demirtaş, Gulten Kişanak û hevserokê KCDê Ehmed Turk re pêk anîbû û bersiva Barzanî ya ji bo gotinên Demirtaş ku, gotibû, ‘Dixwazin Barzanî bikin serokê hevpar yê gelê kurd. Li Tirkiye, Rojava û Rojhilat beramberîya vê yekê nîn e’, gotinên Barzanî yên li wê civînê di nivîsa xwe de parve kir.

Li gor nivîsa Kurtuluş Tayiz, Barzanî enfal û Helebçeyê bi bîr tîne û wiha bersiva Selahattîn Demîrtaş dide: “Ez û malbata xwe me li ber çekên Kîmyewî me xwe yek bi yek da ber mirinê û me têkoşîn da. Tu niha hatiye li ser pergaleke amade ya siyasî wiha bi hêsanî rexneyan dikî. Em bi berdêlên mezin hatin van rojan…”  

Advertisements