Gallery

Ji ‘Koma Aştîyê’ re 76 sal ceza hat birîn

Nûçexane – Li 7 endamên ‘Koma Aşitiyê’ ku di 19’ê cotmeha 2009an de ji Qendîl û Mexmûrê hatibûn Tirkiyeyê bi giştî 76 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Di doza ku îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de ji bersûcan Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Zehra Tunç, Sîsin Yaman, Ceziya Kabul, Lutfu Taş û Elîf Ulûdagê tevî parêzerên xwe beşdar bûn.

Dadgehê bi hinceta “bi navê rêxistinê suc kirin” û “propagandaya rêxistinê kirin” li her yek ji endamên Komê yên ji Mexmûrê hatin Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Zehra Tunç, Sîsin Yaman, Ceziya Kabul 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Li her yek ji du endamên koma Aşitiyê yên ji Qendîlê hatin Lutfu Taş û Elîf Uludagê bi hinceta “Endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” 14 sal cezayê girtîgehê hat birîn. ANF Kurdî

Advertisements