Gallery

Qubad Talabanî li Amerîka rêbertîya şanda BDPê dike

Nûçexane – Nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê li Emerîkayê Qubad Talebanî li Washingtonê rêberiya heyeteke BDP-ê û KCD-ê ya kurdên Kurdistana Tirkiyeyê dike û hêvî ew e ku bi rêya Emerîkayê BDP û KCD ji bo siyaseteke sivîl û serxwebûna li hemberî PKK-ê bêne qane kirin.

Hem li Kurdistana Tirkiyeyê û hem li Kurdistana Iraqê daxwaz ji PKK-ê tê kirin ku dest ji şerê çekdarî berde û rê ji siyaseta sivîl re veke. BDP û KCD-ê heta niha nekarîne zêde ji emrê rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan û Qendîlê derkevin.

Heger Emerîka bi rêya Wezareta xwe ya derve bikare rêberên BDP-ê û KCD-ê qane bike dibe ko ji niho û pê ve hem Selahattin Demirtaş û hem Ahmet Turk azadtir bikarin siyasetê bikin û wekî berê guhê xwe nedin gotinên Îmralî û Qendîlê.

Heyeta BDP-ê û KCD-ê ji bilî Qubad Talebanî dê digel ambasadorê Tirkiyeyê yê Emerîkayê Namik Tan û berpirsên wezareta derve û hinek dezgehên sivîl û hikûmî yên Emerîkayê bicive. Nefel

Advertisements