Gallery

Barzanî Heta Îlonê Dem Da Malikî

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, di hevpeyvîneke ku bi ajansa nûçeyan ya navnetewî AP (Associated Press) re pêk anî de, destnîşan dike ku, li Iraqê Qeyraneke nedîtî ya siyasî rû daye û divê ev di zutirin demê de bê çareserkirin.

Serok Barzanî ragihand ku, ew heta Îlon a vê salê demê didin deshilatîya navendî ya Iraqê da kêşeyan parvekirina deshilatîyê û aborîyê çareser bike, heke na ewê di hilbijartinên herêmî yên Kurdistanê de referandûma veqetandina ji Iraqê ragihînin.

Serok Barzanî, di daxûyanîya ku daye APyê de, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî her wiha bi dîktatorîyê tawanbar dike û dibêje; “Heke li lihevkirinek çênebe dibe ku li Iraqê serhildaneke siyasî rû bide”.

Advertisements