Gallery

Li Şemzînanê bi hinceta KCKyî ne 14 kes hatin girtin

Nûçexane – Li Tirkiyê girtinên girêdayî bi Koma Civaka Demokratîk (KCK) ve pêl bi pêl berdewam dikin. Çardeh kes îro li Şemzînanê bi îdîaya ku peywendiyên wan bi KCKê re hene, hatin girtin.

Piştî ku kesên girtî îfadeya xwe bidin Midûriyeta Ewlekariyê ya Şemzînanê ew dê bên şandin Wanê.

Di mehên dawî de bi sedan kes bi îdîaya peywendiya wan bi KCKê re hatin girtin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements