Gallery

Li Tirkiyê 2 Generalên Din Hatin Girtin

Nûçexane –  Di pêla 3yan ya operasyonên li dijî derbeya 28ê Sibatê de, ku li Tirkiyê pêk tên, îro 2 payebilindên artêşa Tirkiyê yên berê hatin desteserkirin.

Piştî ku çend roj berê orgeneralê malnişîn Çevîk Bîr ji ber rola xwe ya derbeya 28ê Sibatê  hat desteserkirin îro jî di pêla sisîyan ya operasyonên polîsên Tirkiyê de, Orgeneralê malnişîn Fevzî Turkerî û Korgeneral Yildirim Turker piştî serdegirtina malên wan hatin desteserkirin.

Nîşeyek derbarê 28ê Sibatê de;

Derbeya 28ê Sibatê di sala 1997an de di Civîna Lijneya Bilind ya Ewlekarîyê (MGK) ya wê demê de, li dijî deshilata Hikumeta Necmedîn Erbakan û oldaran pêk hatibû û tahdeyeke mezin dabû derdorên oldarên îslamî yên li Tirkiyeyê. Hêjayî gotinê ye, ku bingeha deshilata Partîya Edalet û Geşepêdanê (AKP) jî piştî derbeya 28ê Sibatê hatibû danîn û paşê ev partî bû deshilatê Tirkiyê ku zêdetirî deh sal çêbûn deshilatîya xwe didomîne.

Advertisements