Gallery

Şanda BDPê li Brookings Institute beşdarî panela ‘Pirsa Kurd’ bû

Nûçexane – Bi helkefta hatina şandeya partîya Aştî û Demokrasîyê BDP’ê, navenda Brookings ya lêkolînên stratêjî li Washington semînereke berfireh jibo giftûgokirina kêşeya Kurd li Tirkîyê û pirsên girêdayî wê li herêma Rojhilata Navîn li darxist.

Panelîstan bal kişandin ser girîngîya pirsa Kurd li Tirkîyê û rewşa ku nuha welat têde derbas dibe. Her wisa behsa gelek mijarên din hatine kirin wekî pirsa PKK’ê û siyaseta hikûmeta Tirkîyê hemberî wê.

Hêjayî gotinê ye kesên beşdarî vê semînerê bûn ev bûn: Siyasetvanê navdar Ehmed Turk, Hevserokê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak. VOA Kurdî

Advertisements