Gallery

‘Serdana Malikî ya Îranê nîşana destxistina Tehranê ya nav karê Iraqê ye’

Nûçexane – Gotyarê lîsteya Iraqiye ya Iraqê, Heyder Mola, diyar kir, serdana serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî bo Îranê, bo wê ye ku Îranê wî li ser desthilatê bihêle, heke Îran vê yekê bike wê demê Malikî rewabûna xwe ji dest dide.

Heyder Mola, di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, diyar kir, serdana Malikî bo Îranê, nîşana destxistina Îranê bo nav karê Iraqê û hewlek bo hîstina wî li ser desthilatê ye.

Mola, diyar kir, kesê ku bo mayîna xwe li desthilatê ji derve alîkariyê bixaze, rewabûna xwe ji dest dide, ev yek bo Malikî jî rast e.

Gotyarê Iraqiye, destnîşan kir, mebest ji serdana Malikî bo Îranê, dîtina deriyekê bo reva ji vê aloziya niha ya Iraqê ye. Ji ber ku di vê serdanê de, behsa berjewendiyên Iraqê digel Îranê nayê kirin tenê bo wê ye ku Malikî li ser desthilatê bimîne.

Tê zanîn, serokwezîrê Iraqê, Nûrîm Malikî, duh, çû Îranê. Hat gotin, li balafirgeha Tehranê, tenê wezîrê petrolê yê Îranê pêşwaziya Malikî kiriye.  AKnews

Advertisements