Gallery

ICG: Li Bakurê Iraqê Peymanan Îmze Nekin

Nûçexane – Rêxistina Grûpa Krîzan a Navneteweyî pêşniyar dike ku kompaniyên biyanî peymanên petrolê li navçeyên cihê nakokiyê yên bakurê Iraqê imze nekin. Parlamenterek kurd ev pêşniyar wek “ne di ciyê xwe de” red kir.

Di raporteke xwe ya nû de Grûpa Krîzan a Navneteweyî (International Crisis Group, ICG) li ser nakokiyên vê dawiyê li ser pirsa petrolê di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de dinivîsîne ku berdewambûna nakokiyan li ser çarenivîsa xaz û petrolê gihiştiye astekê ku dîtina çareseriyê ji her demekê bêtir dûr ketiye.

Berpirsê beşê Rojhilata Navîn li ICG, Joost Hilterman, dibêje: “Niha dike ku dem ji bo çareseriyê dereng bibe. Pêwîst e herdu alî bi awayekî xurt tev bigerin û ji hev nêzîk bibin, çimkî ger ew her riyeke din hilbijêrin, rewş ji niha xerabtir dibe.”

Di vê raporê de, rêxistina ICG çend pêşniyaran ji bo hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê, Emrîka, Tirkî û UNAMI kirine. ICG pêşniyar dike ku êdî gavên takekesî ji bo imzekirina peymanên petrolê li navçeyên cihê nakokiyê yên bakurê Iraqê neyên avêtin, heta ku pirsa wan navçeyan çareser bibe.

ICG herwiha pêşniyar dike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke herî zû de dest bi proseya şandina petrolê ji bo derve bike. Ji ber ku ev deh meh in ku Bexda hatina kompaniyên petrolê nedabû wan,  Herêma Kurdistanê şandina petrolê ji bo derve rawestand. ICG Ji hikûmeta Bexdayê jî daxwaz dike ku di zûtirîn dem de wan pereyan bide ku bi Hewlêrê re li ser li hev kiribûn, da ku hatinên kompaniyên veberhênerên petrolê li Herêma Kurdistanê misoger bibin.

Endamê Frakisyona Hevpeymaniya Kurdistanî de û endamê Komîteya Xaz û Petrolê di Parlamenta Iraqê, Ferhad Etrûşî, diyar kir ku nebûna yasayeke taybet bi pirsa xaz û petrolê sedemeke sereke ye ji berdewamiya pirsgirêkê. Bi dîtina wî pesendkirina yasaya xaz û petrolê wek ku berê peyman li ser hatibû kirin, ji sedî 90 ji pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser dike. Li ser pêşniyara ICG ku dibêje peymanên berhemanîna petrolê li navçeyên cihê nakokiyê neyên imze kirin, Etroşî got: “Pêşniyara han ne di cihê xwe de ye. Tekane çareserî ji bo pirsa xaz û petrolê pesendkirina yasayeke taybet bi xaz û petrolê ye.”

Herêma Kurdistanê heta niha bêtir ber bi wê yekê ve diçe ku petrola Kerkûkê û zeviyên din ên petrolê ên navçeyên veqetandî bixe hundirê çarçeweya daxwazkirina ji bo hilberîna hevbeş. Ew dever ji bo herdu aliyan wek hev in di aliyê destûrî de, lê heya niha ti desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser petrola Kerkûkê nebûye. Lê wê îsal peymana sê zeviyên deverên veqetandî yên li ser Mûsilê bi kompaniya Exxon Mobil re imze kir.

Rêxistina ICG bi giştî 13 xal û pêşniyaran pêşkêşî tevahiya aliyên peywendîdar bi vê pirsê kirine.

Pêşniyar ji bo hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê:

1- Kêmkirina aloziyan û baştirkirina atmosfêra nehiştina cudahiyan, ew jî bi:

  1. Herdu alî bi awayekî eşkere ragihînin ku pêkut in li ser çareserkirina pirsgirêkên navçeyên cihê nakokiyê û herwiha nakokiyên li ser peymanên xaz û petrolê.
  2. Razîbûna li ser wê yekê ku ti gaveke yekalî neyê avêtin li deverên cihê nakokiyê nemaze morkirina peymanan ji bo berhemanîna petrola wan deveran.
  3. Dûrketina ji her daxuyaniyeke tund derbarê pêwendiyên herdu aliyan, meseleya navçeyên cihê nakokiyê û peymanên xaz û petrolê nemaze ji aliyê kurdan berî encamdana hilbijartinên parêzgehan ku biryar e di 27ê îlona 2012an de bên kirin.

2- Karkirin ligel tevahiya aliyên iraqî ji bo serkeftina kongreya niştimanî ku biryar bû bê girêdan, derbarê çareserkirina krîzên vê dawiyê yên proseya siyasî ya Iraqê.

3- Destpêkirina gotûbêjan li ser çareserkirina meseleyên wek navçeyên cihê nakokiyê û xaz û petrolê û pêkanîna kanalên hevahengiyê di navbera herdu aliyan de, ew jî bi:

  1. Pêkanîna kanaleke taybet bi hevahengiyeke berdewam di navbera serokwezîr Nûrî Malikî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nûnerên wan de.
  2. Danîna çend berpirsan ji aliyê herdu aliyan, da ku li ser xalên nakok û hevbeş bipeyivin û çavdêriya proseyê bikin.

Pêşniyar ji bo hikûmeta Iraqê:

4- Xurtkirina dayîna wan pereyên ku bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser wan li hev kiribûn ji bo kompaniyên veberhêner yên Herêma Kurdistanê.

5- Dûrketina ji her daxuyaniyeke tund li hember Tirkiyê.

Pêşniyar ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê:

6- Destpêkirina şandina petrolê ji bo derve, bi wê asta ku bi hikûmeta Iraqê re li serê hatiye lihevkirin.

Pêşniyar ji bo kompaniyên navneteweyî:

7- Dûrketina ji morkirina her peymanekê bi hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re li wan zeviyên petrolê yên ku dikevin navçeyên cihê nakokiyê, heya ku çarenivîsa wan navçeyan yekalî bibe.

Pêşniyar ji bo hikûmeta Tirkiyê:

8- Dûrketina ji her daxuyaniyeke tund li hember hikûmeta Malikî û berdewamkirina hewldanên parastina hevgirtina Iraqê û alîkarîkirina hikûmetên Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Pêşniyar ji bo rêxistina UNAMI:

9- Tîmeke çalak dest bi kar bike ji bo aramkirina aloziyên navçeyên cihê nakokiyê û alîkarîkirina tevahiya aloziyên iraqî ji bo çareserkirina nakokiyan.

10- Alîkarîkirina aliyên Iraqê ji bo nêzîkbûna wan ji hev û hewldan ji bo çareserkirina pirsên cihê nakokiyê.

Pêşniyar ji bo hikûmeta Emerîka:

11- Piştgirîkirina destpêkirina gotûbêjên di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de li ser meseleyên nakokiyê.

12- Bikaranîn hevkariya leşkerî da ku zextan li ser hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bikin ku ti gaveke yekalî li deverên cihê nakokiyê nedin.

13- Agahdarkirina kompaniyên navneteweyî ku ti peymanekê li deverên cihê nakokiyê mor nekin, zextan jî li şirketên ku girêbest mor kirine bikin ku karên xwe rawestînin, heya pirsa wan deveran bê çareser kirin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements