Gallery

Parlementerên Ewropî bang li Tirkiye û PKKê kirin

Nûçexane – Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu ku di nava heyeta Tirkiyeyê ya fermî de cih digire ji bo agirbestek bê îlankirin û ji aliyê komîteyek navnetewî were kontrolkirin pêşnûmeyek da bûroya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE).

20 parlamenterên ji partiyên çepgir, sosyalîst, lîberal, demokrat û muhafazakar piştgirî dan pêşnûmeyê. Pêşnûme ji aliyê Paralmenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu yê endamê heyeta Tirkiyeyê ya fermî ve hat nîvîsandin û bi ser navê “Pêkanîna piştgiriya gel a ji bo makeqanûna nû” hat amadekirin.

Her wiha di pêşnumeyê de hat xwestin ku ji bo pevçûn bi dawî bibe agirbestek du alî bê îlankirin û ji bo kontrolkirina vê jî komîteyek navnetewî were avakirin.

Di pêşnûmeyê de pêşniyarên MPKE û Komîsyona Venedîkê cih digire. Pêşnûme îro ji bûroya MPKE’yê re hat pêşkeşkirin. Rewşa parlamenter, şeredar û siyasetmedarên kurd yên di bin navê KCK’ê de hatine girtin jî di pêşnûmeyê de hatin diyarkirin. ANF Kurdî

Advertisements