Gallery

Îro Li Kurdistana Sûrî ‘Îna Parastina Gel’ e

Nûçexane –  Hat ragihandin ku, vê Înê li bajarê rojavayê Kurdistanê Qamişlo bi beşdarîya hemû pêkhatiyên civaka Kurd xwepêşandanên bi navê ‘Îna Parastina Gel’ tên lidarxistin.

Wê di xwepêşandanên îro de, ji oldar, zarok, rewşenbîr, siyasetvanan bigirin hemû pêkhatîyên civaka kurd beşdarîyê lê bikin û rûxana rejima Beşar Esed bixwazin. Her wiha tê ragihandin ku, wê di dirûşman de bang li opozisyona Sûrî jî bê kirin ku, guh bidin mafên kurdan.

Advertisements