Gallery

Muqteda Sedir Bi Serok Barzanî re Navbeynkarîya Malikî Dike

Nûçexane – Serokê Aliyê Sedir yê Iraqê Muqteda Sedir doh hat Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî re civîya. Tê ragihandin ku, Sedir bi mebesta çareserkirina qeyrana sîyasî û aborî ya ku ji ber deshilata Nurî Malikî rû daye hewld dide bi Serok Barzanî re navbeynkarîyê bike da ku rêyeke rizgarbûna ji vê alozîyê bibînin.

Hêjayî gotinê ye ku, Muqteda Sedir berî ku were Herêma Kurdistanê bi Serok Barzanî re rûne, li Bexda bi Nurî Malikî re jî hevdîtinek pêk anîye.

Serokatîya Herêma Kurdistan ragihand, di hevdîtina doh ya ku Sedir û Barzanî pêk anîye de, wekî prensîp  ji van xalan pêk tê:

– Berjewendiya Iraqê li ser berjewendiya hizbî bê,

– Aştî û yekîtiya Iraqê, pêwendiyekî baş li gel welatên hevsû û red kirin û destwerdana her welatek dijî her êrîşeyekî navxoyî û derveyî

– Kiyana Îsraîl li Iraqê hebûna xwe tûne

– Nefta Iraqê ji bo gelê Iraqe, serbixweya desthilata dadwerî parastina mafê neteweyan

– Hilweşandina siyaseta îhmalkirin, binyatnana Hikûmet li ser bingeha tewafiqa siyasî çareseriye take rêye.

Advertisements