Gallery

Sazîya Jenosîda Kurdan Tê Avakirin

Nûçexane – Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalê biryar stand ku, ji bo nasandina jenosîda li ser Kurdan pêk hatiye saziyekê damezirînin.

Doh bi Serokatîya Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalê Aram Ehmed Mihemed û Berpirsê Pêwendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistan Fela Mistefa, kombûnek li ser avakirina dezgeha jenosîda ser kurdan pêk hat.

Di vê kombûnê de biryar hate girtin ku, sazîyek ji bo danasîna jenosîda kurdan were avakirin û pêwendî bi welatên biyanî û konsolosên wan yên herêmê re bên danîn da ku hevxemîya kurdan bi dinyayê bê naskirin.

Advertisements