Gallery

Ji bo Komkujiya Roboskê bi 34 tabûtan meşîyan

Nûçexane – Ji bo berpirsên Komkujiya Roboskê bên eşkerekirin û sizakirin, Komeleya Hevkarîya Mafê Mirovan û Mezlûman (Mazlum-Der) û Komeleya Mafê Mirovan (İHD) li paytexta Tirkiyê Enqerê xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandana ku îro pêk hat de, 34 tabûtên ku nîşaneya 34 kesên li Qilebana Şirnexê ji alîyê balafirên Tirkiyê ve hatibûn kuştin li ser milê xwe hilgirtin û xwestin wan deynin ber derîyê avahîya Serokwezîrtiya Tirkiyeyê. Ji ber ku polîsan astengî derxist û destûr neda tabûtan bibin, tabût li kêleka rêya kolana Meşrûtîyetê hatin danîn û girseyê xwepêşandana xwe ligel qêrîna dirûşman bi dawî kir.

Advertisements