Gallery

Li Hewlêrê Civîna Krîtîk!

Nûçexane – Civîna krîtîk a bi armanca çareyek ji bo krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê re bibîne, ku bi rojan bû li bendê bûn pêk were, li Hewlêrê dest pê kir. Ger çare ji vê krîzê re neyê dîtin, dê Herêma Kurdistandisanê ku polîtîkayên Serokwezîrê Şiî Nûrî Malikî xeter dibîne, vebijarka serxwebûnê deyne ser maseyê.

Civîn bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, bi beşdariya Serokê YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Rêberê El Iraqiye Iyad Elawî, Rêberê Şiiyan Muqteda el Sedir û Serokê Meclîsa Iraqê Usame Necefî dest pê kir.

Her wiha, hin endamên polîtburoyên PDK û YNK’ê, nunerên eniyên Parlementoya Herêma Kurdistanê jî beşdar bûn. Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyek bidin çapemeniyê.

DAHATÛYA MALIKÎ TÊ GOTÛBÊJKIRIN

Di civînê de krîza ji ber sedema pêkanînên Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî rû dane, têne gotûbêjkirin. Tê diyarkirin ku dahatûya Malikî tê gotûbêjkirin. Jixwe ne Kurd, ne Sunî û ne jî Şiiyên nêzîkê Sedir naxwazin Malikî careke din bibe Serokwezîr. Rêveberıya Herêma Kurdistanê rêberiya Malikî weke “dîkdatoriyê” bi nav dike.

SEDIR JÎ NAXWAZE MALIKÎ CARA DUWEMÎN BIBE SEROKWEZÎR

Muqteda Sedir jî ji bo gotûbêjkirina krîza di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji Îranê hat başûrê Kurdistnê. Sedir naxwaze hikûmeta Iraqê hema were hilweşandin, lê naxwaze Malikî di hilbijartinên sala 2014 de careke din bibe serokwezîrê Iraqê.

Alîgirên Sedir di Parlementoyê de, di nava hikûemta Koalîsyona Şiiyan de cih digirin. Ji 352 kursiyên vê koalîsyonê 159’ê wan di destê wê de ne. Sedir piştgirî dide Serokwezîr, lê di helwesta xwe ya rexnegerî de jî berdewam dike.

Malikî jig ulana 2006 ve li cihê xwe ye. Di hilbijartina sibata 2011 de ragihandibû ku ew ê nebe Serokwezîr, lê careke din ev ramana xwe guhert û bû Serokwezîrê Iraqê. Vê yekê jî rê li ber nerazîbûnên Herêma Kurdistanê û el Iraqiyeya Elawî vekirin.

SERXWEBÛN LI SER MASEYÊ YE

Kurd polîtîkayên Malikî xeter dibînin û hişyarî dikin ku ger ev rewş wiha berdewam bike, Kurd dê serxwebûnê rabigihînin. Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî piştî serdana xwe ya li Washingtonê, dabû diyarkirin ku ger ji vê civîna li Hewlêrê tu encamek dernekeve, ew ê ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûma yekemîn bikin.

Barzanî, di hevpeyvîna di 8’ê nîsanê de dabû rojnameya El Heyatê de, gotibû divê di civîna li Hewlêrê de çareseriyeke radîkal ji bo krîza li Iraqê derbikeve. Barzanî diyar kir ku ger ev civîn pêk neyê, serxwebûnê destnîşan kir û got; “Divê em biryareke din bigirin.”

Her wiha, Barzanî, di 22’ê nîsanê de civînek bi rojnamevanan re li dar xisitibû û li hemberî firotina belafirên F16 yên DYA yên ji bo rêveberiya Bexdayê derketibû û diyar kiribû ku ew guman dikin ku Malikî van balefiran li hemberî Kurdan bi kar bînin. ANF Kurdî

Advertisements