Gallery

Ji bo Facebooka Kurdî bilezînin!

Nûçexane – Ji bo ku Zimanê Kurdî bibe yek zimanên fermî yên Facebookê divê kurd bilezînin û heta 2 mehan ji 100 hezar kesan derbas bibin.

Rêvebirîya Facebookê ku berî niha 6 meh muhlet dabû ku hejmara bikarhênerên Facebooka kurdî bibe 100 hezar kes, niha dema xwe dirêj kiriye û kiriye salek. Lê ji bo salek tije bibe jî 2 meh mane û divê kurd hejmara xwe ya bikarhênerên Facebook a kurdî bikin sed hezar kes. Heke na Zimanê Kurdî ji nav zimanên Facebookê tê derxistin û wekî fermî wê neyê qebûlkirin.

Ji bo tevlîbûna facebooka kurdî ji kerema xwe  ji nav zimanên facebookê kurdî hilbijêrin.

Advertisements