Gallery

Peyvdarê PDKê: Li Qesra Spî û Parîsê jî behsa dewleta kurdî tê kirin

Nûçexane – Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDKI) Cafer Îbrahîm, di hevpeyvîna ku bi rojnameya Rûdawê pêk anîye de, destnîşan kir ku, ji bilî nav kurdan li Qesra Spî û Parîsê jî behsa serxwebûna dewleta Kurdî tê kirin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Cafer Îbrahîm re:

“Pêwîste stratejiya navbera YNK û PDKê de li ber çavan re bê derbas kirin”

Rûdaw: Aloziya vê carê ya desthilata li Iraqê û helwestên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê Malikî de nakokî xistin navbera PDKê û YNKê, tevlî ku lihevhatina we ya stratejîk û hevpartiya we li Hewlêr û Bexdayê heye. Sedema vê yekê çi bû?

Cafer Îbrahîm: Lihevhatina stratejîk di dema xwe de ji bo serketina Kurdan li Iraqê pêwîstiyek bû; û niha jî heman pêwîstiya wê maye. Lê niha pêwîst e di bin çavan re bê derbas kirin û pêşde birin. Hertim dema maweyek bi ser her lihevhatinekê re derbas dibe, divê di bin çavan re bê derbas kirin, da ku pêş bikevê. Eger lihevhatina stratejîk nebûya, tiştê niha bi destê Kurdan ketiye, pêk nedihat. Loma pêwîst e PDK û YNK bi temamî pêgirên vê lihevhatinê bin. Derbarê peyva serokê Herêma Kurdistanê, kek Mesûd Barzanî, diyar e hêşta gelek xelk bi tevahî jê fam nekirine, yan dixwazin fam nekin.

Mebesta we YNK ye?

Cafer Îbrahîm: Mebesta min hêzên siyasî û çavdêr in.

 

“Eger Barzanî nîgeraniyên gelê kurd negihîne Malikî, naxwe bigihîne kê?”

Lê rexneyên li ser peyama Barzanî ya di Newrozê de bêtir ji aliyê parlamenter û endamên serkirdayetiya YNKê ve bûn.

Cafer Îbrahîm: Têbînî li ser şêwe û dema vê peyamê hebûn, lê derbarê naveroka vê peyamê de hemû aliyan bi giştî û serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bi amadebûna cenabê serok Barzanî pêgiriya xwe pê ve ragihand. Rast e, li vir û wir daxuyanî tên dayin, lê YNK pêgirê naveroka vê peyamê ye. Ew jî bawer in ku demokrasî li Iraqê paşde vegeriyaye û ev metirsîdar e û hikûmeta Malikî pêgir nebûye bi lihevhatina Hewlêrê. Serokê Herêma Kurdistanê ku bi dengên rasterast ên gelê Kurdistanê ev post standiye, hertim bi vê yekê hatiye nas kirin ku helwestên xwe eşkere nîşan dide. Eger Barzanî nîgeraniyên gelê kurd negihîne Malikî, naxwe bigihîne kê? Kurd niha di Iraqa nû de hatine piştguh xistin. Baş e çawa divê Kurd ji vê piştguhxistinê netirse û axaftinên li ser wê nekin? Peyama serok Barzanî gihişt. Di civîna dawî ya herdu polîtburoyên PDKê û YNKê de jî em hemfikir bûn ku demokrasî li Iraqê di metirsiyê de ye û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê tund bûne.

Lê niha cudabûn û neyekbûna helwestên PDKê û YNKê li Bexdayê tiştekî eşkere ne.

Cafer Îbrahîm: Ev ne rast e, PDK û YNK hemfikr in. Lê ne guneh e jî ku têbîniyeke endamekî YNKê yan PDKê li ser siyaseta me hebe. Em du partiyên siyasî û demokratîk in.

Lê PDK û YNK li ser meseleya jikaravêtina Malikî ne yekhelwest in. PDK bêtir alîgira jikaravêtina Malikî ye û YNK jî ligel mayina wî ye?

Cafer Îbrahîm: PDKê heta niha mesela jikaravêtina Malikî nekiriye daxwaz. Lê eger rewşa niha ya Iraqê bidome, dê helwesteke me hebe û jikaravêtina Malikî ji postê serokatiya wezîrên Iraqê dê yek ji hilbijartinan be. PDKê heta niha jî behsa meseleya jikaravêtina Malikî ligel ti aliyekî nekiriye, lê behsa alozî û pirsgirêkên neçareserkirî yên Kurdan kiriye.

Barzanî li Emerîkayê ragihand ku ewê piştî vegera Kurdistanê doza civîneke serkirdeyên Iraqê bike. Gelo dê ev civîn pêk bê?

Cafer Îbrahîm: Belê, dê pêk bê û hemû aliyan jî razîbûna xwe nîşan dane ku ewê beşdarî vê civînê bibin.

Malikî jî wê amade bibe?

Cafer Îbrahîm: Helbet dê ew jî beşdar bibe. Hatiye pêşniyaz kirin ku ev civîn li Hewlêrê be. Li Herêma Kurdistanê ev demek e bi germî behsa ragihandina dewleta kurdî tê kirin. Gelo Barzanî di serdana xwe ya ji bo Emerîkayê de behsa vê babetê ligel berpirsên vî welatî kir?

Cafer Îbrahîm: Cenabê serok, welatî, herwiha hemû aliyên kurdistanî jî behsa dewleta kurdî dikin. Gelo behskirina dewleta kurdî heram e? Bi qasî ku niha li Bexdayê behsa dewleta kurdî tê kirin, li Hewlêr wisa nayê kirin. Loma niha meseleya dewleta Kurdistanê waqiî û zanistî ye. Niha jî bi çavê dewletê li Herêma Kurdistanê tê nerîn. Niha behsa dewleta kurdî li Qesra Spî ya Emerîkayê, li Washingtonê heta dighije Parîsê û heta li hemû dinyayê jî heye. Hemû dinya behsa guhertina nexşeya cografî ya Rojhilata Navîn dike û di çarçeweya vê guhertinê de behsa dewleta kurdî jî tê kirin û ev rastiyek e û reway e û mumkin e jî.

“PDK û YNK niha ligel vê yekê ne ku di çarçewya dewleteke federal a Iraqî de bimînin”

Lê serokkomarê Iraqê Talabanî, ku ew û partiya wî hevpeymanên PDKê ne, di hevpeyvîneke ligel kanala Cezîre de got ku dewleta kurdî ne mumkin e. Xelk niha nizanin ev mumkin e yan ne mumkin e.

Cafer Îbrahîm: Xelk ligel waqii tevdigere. Berê jî xelkê digot federalî ne mumkin e, lê bûye mumkin û Kurdan federalîzm ji coreyê herî pêşketî bi des tanîn. Vêca dewleta kurdî jî mumkin e. PDK û YNK niha ligel vê yekê ne ku di çarçewya dewleteke federal a Iraqî de bimînin. Eger demokrasî û federalî li Iraqê pêk nehat, ev ji bo me trajedî ye û Kurd wê demê biryara mafê çarenivîsê didin. Ji bo ragihandina dewleta kurdî divê em têkiliyên Hewlêrê ligel Tehran, Enqere û Bexdayê normal bikin.

“Siyaseta PDKê û YNKê li ser mezhebê nebûye û nabe “

Dibêjin PDK bêtir nêzîkî Tirkî û Suniyan e, YNK jî alîgira Îran û Şîiyan e. Çima?

Cafer Îbrahîm: Ev xwendineke şaş e bo stratejiya PDKê û YNKê. Giraniya xebata me li ser Bexdayê ye. Siyaseta PDKê û YNKê li ser mezhebê nebûye û nabe. Weke PDK têkiliyên me yên baş ligel Sunî û Şîiyan hene. Têkiliyên ligel Îranê jî gelekî giring in. PDK û YNK jî bi heman şêweyî berê xwe didin vê meseleyê. Îran faktor û hêzeke giring e di navçeyê de û têkiliyên Herêma Kurdistanê ligel Îranê ji bo herêma me gelekî baş in. Em nebûne êsîrên siyasetên navneteweyî himber Îranê, lê me hewil daye siyaseteke me ya taybet beramber Îranê hebe. PDK û YNK derbarê Tirkiyê de jî bi heman şêweyî difikirin. Mesele ne ev e ku Tirkî sunî ye, lê ew dewleteke giring e. Dabeşbûna hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser siyasetên dewletên navçeyê li ser Herêma Kurdistanê metirsîdartirîn tişt e.

Berî demekê di kovara Livîn de raporeke nihênî ya Buroya Rêxistina PDKê, ku hûn berpirsê vê buroyê ne, hat belav kirin. We di lêkolînên xwe de zanî ev rapora nihênî çawa derket derve?

Cafer Îbrahîm: Ev rapor ji beşê Qelema Buroya Rêxistina PDKê hatibû dizîn, me jî nekarî em lêkolînê bikin. Loma me ji hikûmetê xwest ku ew lêkolînê bike. Berî lêkolînê gumana wê yekê hebû ku ev kar ji aliyê saziya sîxoriya dewletekê ve hatibe kirin. Piştî lêkolînê derket holê ku berpirsê beşê Qelema Rêxistina PDKê ligel du kesên din berpirs bûn ji dizîna vê raporê.

Gelo ew belge ji bo saziyeke ragihandinê, yan partiyekê, yan ji bo dewletekê hatibû dizîn?

Cafer Îbrahîm: Ev bûye keysek e giştî û niha li dadgehê ye. Lêkolîn hatiye kirin û gumanbar di zindanê de ne. Di lêkolînê de derketiye holê ku destên partiyeke islamî ya Herêma Kurdistanê û dewleteke navçeyê di dizîna wan belgeyan de hebûn.

Gelo dizîna van belgeyan tenê bo armancên diravî bû, yan beramber tiştekî din bû?

Cafer Îbrahîm: Ev babet berê hatibû organîze kirin. Berpirsê beşê Qelemê rêxistina me berê endamekî veşartî yê partiyeke islamî bû û wî belge biribûn.

Bandora belavbûna van raporan ser we û PDKê çawa bû?

Cafer Îbrahîm: Ji aliyê manewî ve bandoreke mezin hebû ku xelkek bikarin raporeke giring ji buroyeke giring a PDKê bidizin. Ev ji bo me nexweş bû, bi taybetî ji aliyê manewî ve. Lê tiştê ku hat belav kirin, hemû ne rast bûn.

Di nava raporan de behsa sextekariyên mezin hatiye kirin ku PDKê di hilbijartinan de pêk anîne?

Cafer Îbrahîm: Nexêr, ev ne rast e.

Gelekî behsa destêwerdana partiyan di karûbarên hikûmetê de tê kirin. Gelo di hikûmeta nû de ti lihevhatin di navbera we û hikûmetê de li ser vê mijarê heye?

Cafer Îbrahîm: Em û YNK hewil didin bi hevre mekanîzmekê ji bo çavdêrîkirina karên hikûmetê deynin. Me biryar daye ku herdu polîtburoyên PDKê û YNKê ji bo çavdêrîkirina karên hikûmetê buroyeke hevbeş li Hewlêrê vekin û her cihê ku kêmatî hebe, em hikûmetê haydar bikin. Em di vê buroya hevbeş de li gor zewqê naxebitin, lê emê bi şêweyekî bixebitin ku hikûmet di xebatên xwe de serketî be.

Rewşa Sûriyê roj bo roj aloztir dibe. Gelo PDK ligel nehiştina Beşar Esed e?

Cafer Îbrahîm: Jikaravêtina Beşar Esed ne bi destê me ye. Lê em pêşbînî dikin ku desthilata niha ya Sûriyê dê bi dawî bibe. Em weke PDK behsa rûxandina rêjîma Sûriyê nakin û me xelk jî ji bo rûxandina rejîma Esed germ nekiriye. Lê me daxwaz kiriye ku rê ji xebata sîvîl û aştiyane re bê dayin û pirsgirêk bi şêweyên aştiyane û demokrasiyane bên çareser kirin. PDK berê jî xwediya vê helwestê bû derbarê mafên Kurdan de li Sûriyê ku ji sadetirîn mafên jiyana vê serdemê hatine bêpar kirin.

“Ev helwesta Xelyûn helwesteke gelekî şovenî ye”

 

Burhan Xelyûn di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de got “tiştek bi navê Kurdistana Sûriyê tune û em federalî û otonomiyê jî bo Kurdên Sûriyê qebûl nakin”. Hûn çi dibêjin?

Cafer Îbrahîm: Ev helwesta Xelyûn helwesteke gelekî şovenî ye. Ev helwest di nava opozîsyon û desthilata niha ya Sûriyê de jî heye. Em van helwestan protesto dikin. Em ji Xelyûn çaverêyî helwestên erênî bûn, lê ne helwestên bi vî şêweyî.

Hîvîdar Ahmed – Rûdaw

Advertisements