Gallery

Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir

Nûçexane – 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê doh êvarî bi merasîmekê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê şanoger Omer Şahîn, da zanîn ku ev mîhrîcan xeyala 20 salan bû û diyar kir ku xwestine bi mîhrîcanê yekitiya kurdên ku li çar perçeyan dijîn, çê bikin. Di mîhrîcanê de Edîtorê DÎHA’yê û Gerînendeyê berê ya Rojnameya Azadiya Welat Tayîp Temel hêjayê Xelata Mansiyon 2’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî hate dîtin.


1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi merasîmekî ku li Salona Şanoyên Bajar ên Amedê hate lidarxistin, dest pê kir. Di merasîmê de Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Şaxa Tum-Bel Sen a Amedê Medenî Alpkaya, ji Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê şanoger Omer Şahîn û şanogerên ji Herêma Federal a Kurdistanê û gelek kes amade bûn.

‘XEYALÊN 20 SALAN PÊK HATIN’

Merasîmê bi xwepêşandana reqsê ya bi navê ‘Jenosîst’ ku ji aliyê koma Dansa Mezopatmayayê tê pêşkêşkirin, dest pê kir. Di xwepêşandana reqsê ku rastî Roja Reqsê ya Cîhanê de hat de bi reqsa lîrîk Komkujiya Roboskî hate vegotin. Lîstik ji aliyê beşdaran rastî eleqeyekî pir mezin hat. Piştî listîkê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr plaket da lîstîkvanan. Li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê şanoger Omer Şahîn axivî û diyar kir ku mîhrîcan xeyalên 20 salan bû û wiha got : “Ez Şehît Sarya û Şehît Yekta ku di vê têkoşînê de cih girtîbûn, bi bîr tînim. Giringiya şanoyê pir mezin e û divê em xwedî lê derkevin. Me xwest bi mîhrîcanê yekitiya kurdên li çar perçeyan dijîn, çêkin.”

Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ji bo şanogerên ji Herêma Kurdistana Federal got “Ev mal mala we ye” û diyar kir ku ew pir dilşad in ku mîhrîcanekî wisa li dar xistin e. Baydemîr, anî ziman ku wan 10 sal berê gotine dê li Amedê mîhrîcanê li dar bixin û ev yek wekî ronesansa gelê kurd nîşan da. Baydemîr destnîşan kir ku wekî şaredariyê Konservatuara Aram Tîgran vekirine û li wir hunermendên ciwan tên perwerdekirin. Baydemîr wiha got: “Ger hunerek hebe ew huner, hunera gel e. Heke hunermendekî hebe, divê ew hunermend hunermendê gel be.” Baydemîr daxuyand ku 44 nivîsên lîstîkê beşdarî 2’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstîkên Kurdi bûne û ew dê van nivîsan wekî pirtûkekî biweşînin.

JI BO TAYÎB TEMEL XELAT

Baydemîr diyar kir ku ligel li rojava rêjeya çûyîna şanoyê dikeve, li Amedê ev rêje ji sedî 50 zêde bûye û anî ziman kur gelê kurd êdî eleqeyekî dide şanoya bi zimanê kurdî. Piştî axaftinan xelatên di Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî hatin dayîn. Di pêşbirkê ji Herêma Federal a Kurdistanê Dilşad Husên hêjayê xelata 1’emîn, Gezîze Omer hêjayê xelata 2’emîn û Dilber Hema jî hêjayê xelata 3’emîn hatin dîtin. Juriya pêşbirkê hûnerment Behar Husenî û edîtorê berê yê DÎHA’yê û Gerînendeyê berê ya Rojnameya Azadiya Welat Tayîp Temel ku niha li girtîgehê de girtî ye, hêjayê xelata mansiyonê dît. Xelata Temel ji ber ku li girtîgehê ye ji aliyê Nûçegîhanê DÎHA’yê Sertaç Kayar hate hilgirtin.

Piştî merasîma xelatan resepsîyon dest pê kir. Di çarçoveya mîhrîcanê de pêşengeha hilberînên kukla û rûpoşan, her wiha kincên şanoyê û afîşên şanoya kurdî hate vekirin. Her wiha performansa lîstikên mankenên zindî jî ji aliyan beşdaran eleqeyek baş dît. Di bernameya îro de lîstika bi navê ‘Qefes-Rek’ ku ji Duhokê hatiye û lîstika ‘Xwedî’ (Commedîa Dell’Arte) a ji aliyê Şanoyên Bajarê Amedê hatiye amadekirin dê werin pêşkêşkirin. ANF Kurdî

Advertisements