Gallery

Sidkî Zîlan: Em Dijî AKP û BDP Sîyasetê Nakin (VOA +Deng)

Nûçexane – Parêzer Sidkî Zîlan li Dîyarbekirê bizavê dike jibo damezrandina partîyeke Îslamî li Tirkîyê bi navê Partîya Îslamî ya Kurdistanê.

Birêz Zîlan dibêje ku partîya wî dijî AK Partî ya desthilatdar yan Partîya Aştî û Demokrasîyê sîyasetê nake.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Zîlan dibêje ku li Tirkîyê partîyek tuneye ku nûneratîya Kurdên Îslamî bike û em dixwazin ku nûneratîya wan Kurdan bikin.

Avukat Zîlan herwiha got ku ew dixwazin li meha Hezîranê bi fermî damezrandina partîya xwe rabigihînin. Voa Kurdî

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Zîlan re, ser vê nivîsê bitikînin.

Advertisements