Gallery

Zaman: Hikumet di Komkujîya Roboskê de artêşê berpirsiyar dibîne

Nûçexane – Hikûmeta Tirkiyê cara pêşî ye ku bi fermî mûkir tê ku di kuştina 34 Kurdên li Roboskê de artêşê şaşitî kiriye.

Li gor nûçeyeke rojnameya tirkî Zaman a nêzîkî partiya desthilatdar AKPê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê raporteke ji 230 rûpelan li ser Komkujiya Roboskê pêşkêşî Parlamenta Tirkiyê kiriye. Di vê raportê de hatiye nivîsandin ku berpirsên leşkerî li herêma bûyerê “bi xemsarî bi agahiyên ji dîmenên balafirên bê pîlot re tevgerixane”. Wezaretê herweha nivîsandiye ku tevî ku pîlpotan pi ştî bombeya yekem û kuştina 15 kesan nas kiriye ku ew kesên ku wan bombe kirine, qaçaxçî ne, “berpirsên jor nehatine agahdar kirin” û bombekirinê berdewam kiriye.

Balafirên şer ên tirkî 34 welatiyên kurd ên sîvîl ji Roboskiyê di 28.12.2011ê de bi bombeyan kuştibûn. Kurdên ku hatibûn kuştin, di nav wan de 19 zarok, dabara xwe ya jiyanê bi qaçaxçiya di navbera başûr û bakurê Iraqê de dikir.

Di raporta Wezareta Navxweyî ya tirkî de hatiye nivîsandin, ku li gor qeydên danûstandina di navbera pîlot û berpirsên leşkerî de piştî bombeya yekemîn ku di encama wê de 15 kes hatibûn kuştin, kesên beşdar û yên biryardar hatibûn agahdar kirin ku êrîşa wan li dijî qaçaxçiyên sîvîl bûye. Di raportê de hatiye nivîsandin: “Rayedarên jor nehatine agehdar kirin û ew berpirsên kuştina 15 kesan in.”

Di dawiya raporta wezaretê de hatiye nivîsandin ku sîstema cerdevaniyê bûye “pirsgirêkek û pêwîstî bi rêkûpêkkirina vê pergalê heye”. Kurdî: Rûdaw

Advertisements