Gallery

‘Amerîka û Îran dixwazin rayedarên Iraqê bi Malikî re rê kevin’

Nûçexane – Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, diyar kir, di civîna Hewlêrê ya rayedarên Iraq û Kurdistanê de, behsa dûrxistina serokwezîr Nûrî Malikî ji kar hatiye kirin û da zanîn, Amerîka û Îran zextê dixin ser rayedarên han ku divê “bi her şêweya ku dibe” digel Malikî rê kevin.

Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got, di civîna Hewlêrê ya Talebanî, Barzanî, Sedr, Nucêfî û Ellawî de, behsa dûrxistina Malikî ji kar hatiye kirin.

Jêderê han, diyar kir, her çiqas bi awayekî ron behsa sedemên dûrxistina Malikî nehatibe kirin jî lê hatiye gotin, heke Malikî xwe nêzîkî çareseriyê neke û li ser helwesta xwe ya niha rijd be dê ji kar bê dûrxistin.

Wî berpirsê kurd, da zanîn, Amerîka û Îranê ji rayedarên han re gotine, divê hewl bidin bi her şêweya ku dibe bi Malikî re rê kevin û arîşeyan bi awayekî lihevhatî çareser bikin.

Serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, serokê tevgera Sedr, serokê parlamentoya Iraqê, Osame Nucêfî û serokê lîsteya Iraqiye, Eyad Ellawî roja 28 Nîsana îsal li bajarê Hewlêrê civiyabûn û li bara arîşe û aloziyên niha yên Iraqê gotûbêj kiribûn ji serokwezîr Malikî xwestibûn divê di demek kurt de xwe nêzîkî çareseriyê bike.

Aliyên siyasî yên Iraqê, bi taybet kurd, dibêjin, serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, hemû desthilat xistiye destê xwe û ber bi “dîktatoriyê” ve diçe.  AKnews

Advertisements